Tugeya El Qessam êrişa dawîn a li Qusdê girte ser xwe

Tugeyên Izedîn El Qessam ragihandin ku wan êrişa çekdarî ya li Qudsê kiriye ku di encamê de 6 îsraîlî hatine kuştin. Tugeyê diyar kir ku, bi vê êrişê, bersiva siyasetên dagirkeriyê û hewldanên “tunekirina jêderên berxwedanê” dane.

Tugeya El Qessam êrişa dawîn a li Qusdê girte ser xwe
9 îlon, 2025   19:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Baskê leşkerî yê Hemasê Tugeyên Izedîn El Qessam ragihandin ku wê êrişa li Qudsa rojhilat kiriye ya ku duşemê pêk hatiye û di encamê de 6 îsraîlî hatin kuştin. 

Tugeyê di daxuyaniya xwe de wiha nivisiye: “Em mizginiyê didin gelê xwe yê bê hempa û neteweya xwe ya leheneg ku şervanên me Musene Nacî Omer û Mihemed Basam Taha, şehîd bûne. Çalakiya kirine, peyameke diyar e ku hewldanên Îsraîlê tev de binkeftî ne û nikarin jêderên berxwedanê tune bikin.”

(şx)