Amûdiyan rastiya komînan û pêşxistina wan gotûbêj kir

Li bajarê Amûdê yê kantona Cizîrê ji bo komînan konferanseke taybet hate lidarketin. Rastiya komînan, mekanîzmaya aktîvkirin, pêşxistina komînan û xurtkirina rola wan di civakê de di konferansêLi bajarê Amûdê yê kantona Cizîrê amûdiyan rastiya komînan û pêşxistina wan gotûbêj kir. Di konferansê de mekanîzmaya aktîvkirin, pêşxistina komînan û xurtkirina rola wan di civakê hatin nîqaşkirin. de hatin nîqaşkirin.

9 îlon, 2025   18:52
QAMIŞLO

Li bajarê Amûdê yê kantona Cizîrê bi dirûşma "Komîn bingehê avakirina aştî û civakeke demokratîk in" li hola Beyselan konferansek hate lidarxistin. Pêkhateyên bajêr, endamên komînan û partiyên siyasî yên li bajar û gundan, her wiha nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û rûspiyên eşîran jî beşdar bûn.

Di konferansê de hevseroka Meclisa Rêveber a kantona Cizîrê, Hemrîn Elî bi xêrhatina beşdaran kir û girîngiya lidarxistina konferansê û pêwîstiya xurtkirina rola komînan destnîşan kir.

Piştre perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser girîngiya komînan, benda têkildarî komînan a Hevpeymana Civakî ji aliyê Dunya Îbrahîm û Hozan Deqûrî ve hatin xwendin.

Her wiha kesên beşdarî konferansê bûne, nêrînên xwe der barê astengiyên halê hazir û rêbazên xurtkirina rêxistinbûyîna civakî de, parve kirin.

Beşdaran diyar kir ku avakirina komînan, destpêkê ne birêxistinkirî bû, lê di pêvajoya halê hazir de, divê sazumaniya komînan ji nû ve werin çêkirin ji ber ku komîn bingeha avakirina civaka demokratîk e.

Beşdaran teqezî bi girîngiya çalakirina komînan di vê pêvajoyê de kir û bang kirin ku divê komîn ji tevahî aliyan ve, bên amadekirin. Her wiha bang li rêveberiyê û civaka xwecih kir ku ji bo bidestxistina armancên têkoşîna civakî, piştgiriya navendên komînan bikin û wê pêş bixin.

Dûre konferans, li pêşiya dezgehên çapemeniyê girtî berdewam kir.

Di dawiyê de cîgira Hevserokên Meclisa Rêveber Hemrîn Elî û mamoste Hesen Hesen, encamnameya dawîn a konferansê xwendin.

Ji xalên herî girîng ên encamnameyê: Komîn û komîteyên wê, li gorî Hevpeymana Civakî ji nû ve bên birêxistinkirin û aktîvkirin. Endamên komînan li ser felsefeya neteweya demokratîk, perwerdeyan bibînin. Navendên komînan ji tevahî aliyan ve bên hazirkirin. Endamên saziyên Rêveberiya Xweser roja şemî di komînan de dewma bikin û kar û barên komînan bişopînin û her sal konferansa komînan bê lidarxistin.

Di çarçoveya xurtkirina birêxistinkirina civakî û aktîvkirina rola komînan de, çaverê ye ku li bajar û bajarokên kantonê konferans bên lidarxistin.

Konferansa 1`emîn dê li bajarê Dirbêsiyê be. Nûnerên komînên xwecih dê tev li konferansê bibin ji bo ku mekanîzmeya kar nîqaş bikin û kar û xebatên derbasbûyî binirxînin. Her wiha ji bo pêşxistina binesaziya rêxistinî, plansazî deynin.

Çaverê ye ku piştî vê konferansê, bi armanca yekkirina vîzyona û koordînekirina hewldanan di navbera komînan de, li ser asta kantona Cizîrê civîneke giştî bê lidarxistin.

(ac/şx)

ANHA