Trump: Wê di demek nêzîk de tiştên mezin pêk werin

Serokê DYA’yê Donald Trump diyar kir ku di mijara Îranê de li ber biryarekê ne û got: “Ne di demeke pir dirêj de wê gelek tiştên mezin pêk werin.”

Trump: Wê di demek nêzîk de tiştên mezin pêk werin
20 îlon, 2026   19:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê (DYA) Donald Trump ji kanala Fox News‘ê re axivî. Trump anî ziman ku di mijara Îranê de li ber qonaxeke biryardariyê ne û got: “Wê ne di demek pir dirêj de gelek tiştên mezin pêk werin. Têkildarî peymaneke bi Îranê re bibe yan jî nebe, vebijêrkên bi temamî Îranê tine jî bike tên nirxandin. Vebijêrkên li ser maseyê, wê Îranê yan tememî têk bibe, yan jî di warê aborî de birixîne yan jî lihev bike. Eger bisekine wê baş bibe.

Trump anî ziman ku ew amade ye di civînên Komîteya Giştî ya NY‘yê de ku dê vê hefteyê pêk werin, bi serokkomarê Îranê Mesûd Pizişkiyan re hevditînê bike.

Trump destnîşan kir ku hin rayedarên Îranê xwe veşartine û zehmet e rayedarên ku karibin hevdîtinê bi Washingtonê re bêne dîtin.