Trump: Tora nû ya dan û standinan dê hefteya bê dest pê bike

Serokê DYA’yê Donald Trump got dan û standinên di navbera Washington û Tehranê de ku li Umanê hatin kirin "pir baş" bûn û anî ziman ku lihevkirinek çêbû ku ew hefteya bê careke din bicivin.

Trump: Tora nû ya dan û standinan dê hefteya bê dest pê bike
7 sibat, 2026   12:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump îro got DYA’yê dan û standinên pir baş bi Îranê re li Umanê pêk anî û ragihand ku her du alî dê di destpêka hefteya bê de dîsa bicivin.

Trump, dema bi balafirê Air Force One diçû Mar-a-Lago ya Florîdayê, bersiva pirsên rojnamevanan da.

Trump got Îran pir dixwaze bigihêje lihevkirinekê û nîşanên erênî der barê rêça dan û standinan de hene.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ku ji serokatiya şandeya dan û standinan dike, anî ziman ku atmosfêr pir erênî bû û got: "Me arguman û nêrîn parve kirin û me li ser domandina muzakereyan li hev kir."

Eraqçî destnîşan kir ku girîngiya dan û standinan li ser dosyaya nukleerî bû û got Îran dê tu dosyayên din li gel amerîkiyan nîqaş neke. Lê Washington israr dike ku divê bernameya mûşekên balîstîk ên Îranê û piştgiriya Tehranê ji bo komên çekdar ên li herêmê werin nîqaşkirin.

Wezîrê îranî bang li DYA’yê kir ku gefên xwe rawestîne da ku dan û standin berdewam bikin. Her wiha destnîşan kir ku gavên din dê piştî şêwirên bi rayedarên Tehran û Washingtonê re werin destnîşankirin.

DYA’yê piştî bidawîbûna dan û standinên nerasterast ên li Umanê cezayên nû li 2 kes û 14 keştiyên Îranê birîn.

(bb)