Meclisa Malbatên Şehîdan xirabkirina gorên şehîdan şermezar kir

Meclisa Malbatên Şehîdan a Cizîrê xirabkirin û talankirina pakrewangehan şermezar kir û bang li civata navneteweyî kir ku binpêkirinan belge bike û hesab bipirse.

Meclisa Malbatên Şehîdan xirabkirina gorên şehîdan şermezar kir
7 sibat, 2026   12:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Malbatên Şehîdan a Cizîrê li ser xirabkirina pakrewangehên şehîdan li herêmên ku QSD jê vekişiyaye, daxuyaniyek da.

Daxuyanî li Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan a bajarê Qamişlo bi zimanê kurdî ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Wefa Ebdo û bi zimanê erebî ji hêla hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Ubeyd Etê ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de xirabkirin û talankirina gorên şehîdan hatin şermezarkirin û hate gotin ev kiryar binpêkirineke aşkera ya rûmeta şehîdan û nirxên mirovahiyê ye.

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku "şikandina kêlegorên şehîdan ên ku canê xwe di rêya azadiyê de dane, ji tevahiya cîhanê re îsbat dike ku aliyên destdirêjker bi wê hişmendiya xwe ya paşverû ya ku ji şehîdên me yên di goran de jî ditirsin, ji pîvanên herî kêm ên exlaqî bê par in. Bi pûçî hewl didin tola xwe ji mîrasa berxwedanê hilînin. Em teqez dikin ku rûmeta şehîdên me xeta sor e."

Di daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan hat kirin ku bêrêziya li hemberî şehîdan belge bikin û berpirsyaran ceza bikin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: “Em li ber canê şehîdên xwe sond dixwin ku xerakirina kevirên gorên wan wê biryardariya me ya parastina nirxên wan xurttir bike. Bîranîna wan di wijdanê me de her zindî ye û bi xiyanet û xerakirinê nayê tunekirin.”

(bb)

ANHA