Trump şaxên Îxwan El Muslimîn wek ‘rêxistinên terorîst’ destnîşan kirin

Serokê DYA’yê Donald Trump şaxên Îxwan El Muslimîn ên li Lubnan, Misir û Urdinê wek "rêxistinên terorîst ên biyanî" destnîşan kirin.

Trump şaxên Îxwan El Muslimîn wek ‘rêxistinên terorîst’ destnîşan kirin
25 mijdar, 2025   10:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump duh (24 Mijdar) biryarek îmze kir ku hin şaxên Îxwan El Muslimîn, bi taybetî li Lubnan, Misir û Urdunê, wek "rêxistinên terorîst ên biyanî" destnîşan dike.

Li gorî biryara Trump îmze kir, şaxên behsa mijarê tundiyê dikin û piştgiriyê didin wê, di heman demê de gefan li ewlehiyê û berjewendiyên DYA û welatiyên wê dixwin.

Balyozê Îsraîlê yê li Neteweyên Yekbûyî Danny Danon got ev gav ji bo Îsraîl û welatên cîran ên Ereb ên ku çalakiyên vê komê bandor lê kiriye, girîng e.

(bb)