Trump ragihand ku bergumanê kuştina Charlie Kirk hat girtin

Serokê Amerîkayê Trump ragijhand ku FBI'yê bergumanê bûyera kuştina çalakvanê siyasî yê Amerîkayê Charlie Kirk girt.

Trump ragihand ku bergumanê kuştina Charlie Kirk hat girtin
12 îlon, 2025   16:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku Nivîsgeha Lêpirsînên Federalî (FBI) kesê berguman ê bûyera kuştina çalakvanê siyasî yê Amerîkayê Charlie Kirk ê ku duh qewimiye, girt.

Trump ji tora Fox News re gotibû ku sedem û bihane li ba kesê berguman hene lê belê tu agahiyên dîtir nedan.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Kirk yek ji alîgirên sereke yên Trump bû û bi piştgiriya xwe ya ji partiya komarî re dihat naskirin.

)mh)