Li Humsê girtin, talanî û şewata malan

Hêzên ewlehiyê yên Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê bi ser malên gundewarê rojavayê Humsê de girtin, xelkê gund girtin, mal û milkên wan dizîn û hin mal şewitandin.

Li Humsê girtin, talanî û şewata malan
12 îlon, 2025   15:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên ewlehiyê yên Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê bi ser gundê Eyn El Soda yê herêma Tilkelex ê gundewarê rojavayê Humsê de girt, xelkê gundê girtin, mal û milkên wan dizîn û hin mal şewitandin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) daxuyand ku endamên hêzên ewlehiyê yên Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê bêserûber gule avêtin malên welatiyan, gotinên nebaş ên mezhebperestî ji wan re kirin, xelkê gundê girtin, mal û milk dizîn û mal şewitandin.

(fr)