Trump: Pêla êrişên mezin li dijî Îranê nêzîk e

Serokê DYA Donald Trump têkildarî êrişên Îranê daxuyaniyek da û got: “Pêla mezin hê nehatiye, nêzîk e.”

Trump: Pêla êrişên mezin li dijî Îranê nêzîk e
2 adar, 2026   20:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê (DYA) Donald Trump têkildarî êrişên bi Îranê re dane destpêkirin ji Televîzyona CNN’ê re axivî.

Trump îdîa kir ku artêşa Amerîkayê Îranê ‘bi erdê re kire yek’ û got, ‘pêla mezin’ hê nehatiye destpêkirin, îşareta ku wê êrişên hê mezintir bidin destpêkirin da.

Trump got: “Em pir baş bi pêş ve diçin. Pir bihêze. Em xwedî artêşa herî mezin ya cîhanê ne, em wê bikar tînin. Ez naxwazim ‘şer’ pir domdirêj bike. Min tim wisa difikirî ku 4 hefteyan dewam bike. Em hinek li pişt pilana hatîne amadekirinin. Hê me bi xurtî li wan nedaye. Pêla mezin hê nehatiye. Pêla mezin wê di demek nêzîk de bê. Heta niha suprîza herî mezin êrişên Îranê ya li hemberî welatên Ereban ya li herêmê ye.”

Trump diyar kir ku tehdîda nukleerî ya Îranê demek dirêj bû li herêmê ‘pirsgirêka’ mezin bû û got: “Divê hûn fêm bikin, bi salan di bin wê ewrê tarî de jiyane. Ji bo wê qet wê aştî nebûna. Em nizanin serokê wan kiye, wê kî hilbijêre. Dibe ku bi şans be yeke ku bizane çi dike be. Îranî di êrişa yekem de di warê serokatiyê de gelek tişt winda kirin. 49 kes (hejmara rayedar û rêveberên asta jor ya Îranê). Êrşkeke bi heybet bû. Hemû li cihekê kom bibû, hinek bi hêrs bûn. Wisa zanîn ku nayê kifşkirin. Me 49 lîdarên Îranî kuşt. Ev hemû lîder bûn û hinek ji wan dihate nirxandin jî. Me bi van mirovan re lihev nekir. Her pêşniyara nû, bi vekişîna ji pêşniyara berê rû bi rû diman. Îranê qebûl nekir ku dev ji dewlemendkirina uranyûmê berde.”

Trump got: “Operasyona leşkerî ya dawî parçeyek ji kampanya demdirêj ya ji holê rakirina gefa Îranê ye. Di dema dawî de Qasim Silêmanî me ji holê rakir. Generaleke bê rehm û alîgirê şer bû. Ev gaveke mezin bû. Eger ev nebûna, dibe ku Îsraîl îro nebûna. Dibe ku Îsraîl nebûna.”

Hêjayî bibîrxistinê ye 13’ê Hezîrana 2025’an ya destpêka Şerê 12 Rojan bû ku Îsraîlê li dijî Îranê dabû destpêkirin. Amerîka bi Operasyona Çekîç ya Nîva Şevê bi Îsraîlê re li Îranê dabû.