Trump ji Îsraîlê xwest êrişên li ser Xezayê rawestîne

Piştî ku Hemasê plana Trump qebûl kir, Trump ji Îsraîlê xwest tavilê êrişên li ser Xezayê rawestîne.

Trump ji Îsraîlê xwest êrişên li ser Xezayê rawestîne
4 cotmeh, 2025   12:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Hemasê duh ragihand ku wê plana serokê DYA’yê Donal Trump a serbestberdana tevahî dîlgirtiyan û radestkirina Şerîda Xezayê bo desteyeke serbixwe pejirand. Hemasê ragihand ku ew amade ye li ser xalên din ên girêdayî siberoja Xezayê muzakereyan bike. Trump jî helwesta Hemasê wek "nîşaneya pêkanîna aştiyeke mayînde" pênase kir û ragihand ku wî ji Îsraîlê xwestiye tavilê êrişên xwe li ser Xezayê rawestîne.

Trump li ser Truth Social got: "Divê Îsraîl tavilê bombebarankirina Xezayê rawestîne da ku em karibin dîlgirtiyan bi ewlehî û bi lez derxin."

Trump her wiha bi dîmeneke kurt got dê li gorî plana xwe ya aştiyê bi awayekî adilane bi hemu aliyan re bide û bistîne. Her wiha pesnê helwesta Hemasê ya berdana dîlgirtiyan da û got: "Ev roj rojeke cuda ye."

Nivîsgeha Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî îro ragihand ku Îsraîl dixwaze qonaxa yekem a plana Trump a ji bo berdana hemû girtiyên Îsraîlê yên li Xezeyê di cih de pêk bîne.

Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres plan û biryara Hemasê erênî nirxandin û bang li her kesî kir ku "ji bo bidawîkirina şerê trajîk ê li Xezayê vê derfetê bi kar bînin."

Qeterê jî bersiva Hemasê erênî nirxand. Misirê jî bi "pêşketineke girîng" pênase kir. Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron jî got azadkirina dîlgirtiyan û agirbest berdest e.

Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer bersiva Hemasê wek "gaveke girîng a pêşveçûnê" bi nav kir.

Li gorî plana Trump ku ji aliyê serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ve jî hatiye pejirandin, divê şer were rawestandin, di nava 72 saetan de tevahî dîlgirtiyên li cem Hemasê yên li Xezayê werin azadkirin, girtiyên Filistînê yên li cem Îsraîlê werin berdan, Hemas çekan deyne, Îsraîlê gav bi gav ji Xezayê vekişe. Piştre dê hikumeteke veguhêz bi serokatiya desteyeke navneteweyî ya bi serokatiya Trump, were avakirin.

Ji rêveberên Hemasê Mehmûd Merdawî anî ziman ku plana Amerîkayê hîna ne zelal e. Her wiha destnîşan kir ku pêdivî bi dan û standinan bi rêya navbeynkaran heye da ku hûrgiliyên peymanê bi dawî bibin û serbestberdana girtiyan û vekişîna Îsraîlê misoger bikin.

Parastina Sivîl a Filistînê ragihand ku di êrişên Îsraîlê de bi kêmanî 31 kes hatine kuştin.

Her wiha da zanîn ku ji ber êrişên Îsraîlê bi sed hezaran kes koçber bûne.

(bb)