Nagîhan Akarsel li Hesekê hate bibîranîn

Navenda Jineolojiyê ya Hesekê bi boneya salvegera sêyemîn a şahadeta Nagîhan Akarsel çalakiyeke bîranînê li dar xist.

4 cotmeh, 2025   12:44
HESEKÊ

Çalakiya bîranînê li Parka Xwendinê ya Hesekê hate lidarxistin û endam û rêveberên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, Kongra Star, PYD û şêniyên bajêr tev lê bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, di çalakiya bîranînê de têkildarî jiyan û têkoşîna şehîd Nagîhan Akarsel sînevîzyonek hat nîşandan.

Endama Komîteya Perwerdeyê ya Şaredariya Hesekê Newroz Heşim li ser jiyan û têkoşîna şoreşger Nagîhan Akarsel axivî û got şehîd Nagîhan hewl dida li hember hişmendiya baviksalar xwe bigihîne hemû jinan.

Endama Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star Leyla Îbîş jî qala bîranînên xwe yên bi şehîd Nagîhan re kir û di şexsê şehîd Nagînan de hemû şehîdên şoreşê bi bîr anî. Leyla Îbîş bal kişand ser kesayeta şehîd Nagîhan û diyar kir ku wan bi xêra wê bi rastiya dijmin zanî, rastiya xwezaya jinan û got: “Em ê heya dawiyê bibin şopdarên bîranînên wan.”

Piştî ku li qeyda dengê şehîd Nagîhan Akarsel hat guhdarîkirin, endama Akademiya Jineolojiyê ya Hesekê Eliya Osman jî axivî. Eliya Osman anî ziman ku şehîd Nagîhan “mîna deryayekê bû û diherikî nava jiyanê” û got: “Em ê heya dawiyê bibin şopdarên Nagîhanan.”

Di dawiyê de hunermendên ji Tevgera Çand û Hunera Demokratîk (TEV ÇAND) û Hîlala Zêrîn hunera xwe pêşkêş kir.

(bm-bh)

AHNA