Trump ji Hemasê re: Demildest dev ji çekên xwe berde

Serokê Amerîkayê Donald Trump bang li Tevgera Hemasê kir ku "demildest" dev ji çekên xwe berde.

Trump ji Hemasê re: Demildest dev ji çekên xwe berde
15 sibat, 2026   21:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Amerîkayê Donald Trump di posta xwe ya li ser platfroma xwe ya Truth Social de diyar kir ku "Girîng e ku Hemas rêzê li pabendbûna xwe ya çekberdanê bi awayekî tevahî û demildest bi cih bîne."

Trump da zanîn ku "Konseya Aştiyê xwedî potansiyeleke bêdawî ye", û destnîşan kir ku sozên fermî yên beşdariyên bi tevahî 5 milyar dolar dê di civînê de werin ragihandin. Trump da zanîn ku dewletên endam "soz da ku bi hezaran endamên personal beşdarî hêza îstîqrara navneteweyî û polîsên herêmî bibin da ku ewlehî û aştiya gelê Xezayê biparêzin."

Di dawiya posta xwe de Trump got: "Konseya Aştiyê dê îsbat bike ku desteya navneteweyî ya herî bibandortir di dîrokê de ye."

(fr)