Li depoyên Dera teqîn çêbûn

Li depoyên gundewarê Derayê, ji ber bermahiyên şer û cebilxaneyên hêzên rejîma Baasˊê, teqîn çêbûn. Wê yekê di nava şêniyan de metirsî çêkir.

Li depoyên Dera teqîn çêbûn
15 sibat, 2026   21:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Beriya çend kêliyan li gundewarê Derayê teqîna dijwar çêbûn. Li gorî agahiyên destpêkê teqîn li depoyên "Eyn El Heramî" ya di navbera gundên Kemone û Aliqîn de pêk hat.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên xwecihî teqîna li depoyên çekan ên hêzên rejîma Baasˊê ku tê de bermahiyên şer û cebilxane hebûn çêbûn.

SOHRˊê bal kişand ser ku heta niha windahiyên mirovî yan jî mezinahiya zirarên madî nehatine bidestxistin.

Ev bûyer, di gel berdewama xeteriyên depoyên çekan û cebilxaneyên neteqiyane li gelek herêmên Sûriyeyê pêk tê û gefan li jiyana welatî, mal û milkên wan dixwe.

(fr)