Iraqê bikaranîna xaka xwe ji bo êrişên leşkerî li dijî dewletan red kir

Iraqê binpêkirin an bikaranîna xaka xwe, ava herêmî yan qada hewayî ji bo her çalakiyek leşkerî li dijî her dewletekê red kir.

Iraqê bikaranîna xaka xwe ji bo êrişên leşkerî li dijî dewletan red kir
15 sibat, 2026   21:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Derve ya Iraqê îro binpêkirin an jî bikaranîna xak, ava herêmê yan jî qada xwe ya hewayî ji bo her êrişeke leşkerî li dijî dewletekê red kir.

Wezaretê, piştî beşdarbûna Cîgirê Wezîrê Derve ya Têkiliyên Dualî, Balyoz Mihemed Hisên Behr El Ulum, di pîrozbahiya salvegera 47ˊemîn a Şoreşa Îslamî ya Îranê de ya duh de, ev daxuyanî da.

Balyoz pîrozbahiyên hikûmeta Iraqê ji gelê Îranê re ragihand û diyar kir ku têkiliyên kûr ên dîrokî, olî û çandî di navbera her du welatan de hene. Balyoz da zanîn ku Iraq her êrişek leşkerî di nav de jî ya ji aliyê Îsraîlê ve tê kirin red dike.

Balyoz Mihemed Hisên Behr El Ulum rageşiya leşkerî wekî gefek cidî li ser aştî, ewlehiya herêmî û navneteweyî nîşan da û got diyalog û danûstandinên dîplomatîk vebijêrka baştirîn ji bo rûbirûbûna pirsgirêkên heyî ye.

(fr)