Li Dêrikê Suryaniyan Ekîto pîroz kir

Pêkhateya Suryanî-Asûrî li gundê Hekmiyê yê bajarê Dêrikê cejna Ekîto pîroz kir û girêdana xwe bi ziman, çand û cejnên xwe ve nîşan da.

Li Dêrikê Suryaniyan Ekîto pîroz kir
Li Dêrikê Suryaniyan Ekîto pîroz kir
Li Dêrikê Suryaniyan Ekîto pîroz kir
Li Dêrikê Suryaniyan Ekîto pîroz kir
Li Dêrikê Suryaniyan Ekîto pîroz kir
Li Dêrikê Suryaniyan Ekîto pîroz kir
1 nîsan, 2026   20:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Yekitiya Suryanî li gundê Hekemiya yê bajarê Dêrikê pîrozbahiya cejna Ekîto, bi beşdariya dehan Suryanan, partiyên siyasî yên Kurd ên bajêr û endamên saziyên sivîl, li dar xist.

Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, paşê endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Suryanî Sîda Îbrahîm axivî û got: "Ziman, çand û cejnên me ne tenê sembol in, lê bingeha têkoşîna me ne, heta ku ew li Sûriyeyê werin naskirin û maf ji gelê wê re were vegerandin em ê bixebitin."

Sîda Îbrahîm diyar kir ku gelê Suryanî-Asûrî gelek êş kişandin û hat paşguhkirin, bi vegerandina mafên wî, wê Sûriye wekî welatekî ku hemû pêkhateyên xwe dihewîne, vegere rûmet û şaristaniya xwe.

Pîrozbahî bi stran û govendê bi dawî bû.

(ac/fr)

ANHA