Trump: Ez ê bi awayekî nerasterast beşdarî dan û standinên Îranê bibim

Donald Trump got ew ê bi awayekî nerasterast beşdarî dan û standinên nukleerî yên li Cinêvê yên bi Îranê re bibe.

Trump: Ez ê bi awayekî nerasterast beşdarî dan û standinên Îranê bibim
17 sibat, 2026   11:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump duh got ew ê bi awayekî nerasterast beşdarî dan û standinên Îran û DYA’yê yên der barê bernameya nukleerî ya Tehranê de bibe ku biryar e îro li Cinêvê dest pê bikin.

Trump anî ziman ku ew di wê baweriyê de ye ku Tehran dixwaze bigihêje lihevkirinekê.

Li gorî Reutersê, Trump ji rojnamevanan re got: "Ez ê bi awayekî nerasterast beşdarî wan dan û standinan bibim. Dan û standin dê pir girîng bin."

(bb)