Hêzên Îsraîlê li Quneytîrayê ciwanek girt

Hêzên Îsraîlê berbanga îro ket gundê Seyda Colan ê Quneytîrayê û di serdegirtina malekê de ciwanek girt.

Hêzên Îsraîlê li Quneytîrayê ciwanek girt
17 sibat, 2026   11:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate zanîn ku yekîneyeke hêzên Îsraîlê berbanga îro ket gundê Seyda Colanê yê Quneytîrayê.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku hêzên Îsraîlê derbasî gund bûn, bi ser malekê de girt û ciwanek revand. Piştre ji gundê derket.

SOHR’ê bi bîr xist ku dewriyeyeke Îsraîlê duh ket bajarokê Cebeta El Xeşeb ê dikeve bakurê Quneytîrayê û bi ser malekê de girt. Di serdegirtinê de ciwan girt, bêyî ku sedemên girtina wî diyar bike. Piştre ber bi baregeha xwe ya leşkerî ya li nêzî bajarok ve vekişiya.

(bb)