Li gundekî Qamişloyê zarokek xeniqî

Li gundê Sêgirka yê girêdayî bajarê Qamişloyê zarokeke 8 salî di gola avê de xeniqî.

Li gundekî Qamişloyê zarokek xeniqî
21 gulan, 2026   21:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî li ser medyaya dîjîtal hatiye parvekirin, îro zarokeke 8 salî bi navê Lorens Rakan Mecîd kete goleke avê ya li gundê Sêgirka yê Qamişloyê û xeniqî.

Li gundewaran car caran bûyerên wiha derbas dibin.

Li deverên gundewaran car caran bûyerên bi vî rengî pêk tên. Ev jî pêwîst dike ku tedbîrên ewlehiyê yên tundtir li cihên kolandinê û bendavên bêewle bên girtin.

(fr)