Pirtûka “Gera Azadiyê” hate îmzekirin

Nivîskar Şîlan Ehmed pirtûka xwe ya bi navê "Gera Azadiyê" ku tê de behsa serpêhatî, hemû cureyên êrişan, serkeftin û destkeftiyan de vedibêje, îmze kir.

Pirtûka “Gera Azadiyê” hate îmzekirin
Pirtûka “Gera Azadiyê” hate îmzekirin
Pirtûka “Gera Azadiyê” hate îmzekirin
Pirtûka “Gera Azadiyê” hate îmzekirin
Pirtûka “Gera Azadiyê” hate îmzekirin
10 hezîran, 2026   21:00
QAMİŞLO

Nivîskar Şîlan Ehmed di çaroveya kampanyaya "Em hemû YPJ‘ê ne.. YPJ‘ê hebûna me ye" de ku di Nîsanê (2026) de ji bo piştgiriya YPJ‘ê û naskirina statuya wê hatibû destpêkirin, bi çalakiyekê ku li Bexçeyê Xwendinê yê li Qamişloyê hate lidarxistin de pirtûka xwe îmze kir.

Di çalakiyê de malbatên ji Cizîrê, nûnerên ji YPJ, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), rojnamevan, nivîskar, rewşenbîr û rêhevalên Nivîskar Şîlan Ehmed amadebûn.

Piştî deqeya rêzgirtinê Nivîskar Şîlan Ehmed axivî û bixêrhatina malbatên hazir kir û diyar kir ku ew îro pirtûkê li pêşberî ezameta dayîkan ku jê re cihê rêzdariyê ye, îmze dike. Wan bi hev re kêliyên di nava Şoreşa Rojava de jiyan kir, bi hev re kêfxweşî û zehmetî, destkeftî û serkeftin dîtine.

Şîlan Ehmed da zanîn ku ew di pirtûkê de behsa ked û pêşengtiya jinan di avakirina damezrandina YPJ kiriye û got: “Divê em bi hev re jî hebûna YPJ biparêzin, YPJ me hişt ku em bighêjin gelek destkeftiyan.”

Di axaftina xwe de Şîlan Ehmed bal kişand ser ked û xebata Rojnamevan Hesen Remo di amadekirina pirtûkê de û diyar kir ku wê bi piştgiriya wî ev gav avêtiye û di demên zehmet de ev pirtûk amade kirine.

Di pirtûka ku bi amadekariya Rojnamevan Hesen Remo hatiye derxistin, Nivîskar Şîlan Ehmed di pirtûka xwe ya bi navê Gera Azadiyê de behsa dîroka Şoreşa Rojava, şerên ku di nav şoreşê de hatine dîtin, pêşengtiya jinan, keda malbatên welatparêz, damezrandina YPJ`ê, çîrokên şehîdan û serpêhatiyên ku ji destpêkê heta dîroka nivîsandin pirtûkê kiriye.

Nivîskar Şîlan Ehmed sala 1970`an li gundê Sinceqa Xelîl a girêdayî bajarê Amûdê ji dayîk bûye, di nava malbateke welatparêz de mezin bûye, sala 1990`î tevlî Tevgera Azadiyê bûye. Li çiyayê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê xebat daye meşandin, ew yek ji damezrînerên YPJ e.

Pirtûk 2025`an hatiye amadekirin, sala 2026`an li Misrê li Weşanxaneya Dar El Nixube hatiye derxistin.

(sb-br/fr)

ANHA