Trump: Divê Îran û Îsraîl bigihîjin rêkeftinekê

Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku gelek civîn tên lidarxistin, divê Îsraîl û Îran bigihîjin rêkeftinekê.

Trump: Divê Îran û Îsraîl bigihîjin rêkeftinekê
15 hezîran, 2025   19:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro got ku wê Îran û Îsraîl di demek nêzîk de aştiyê bibînin. Her wiha Trump got gelek civîn tên lidarxistin, divê her du welat bigihîjin rêkeftinekê.

Trump di nivîsa xwe ya li ser platforma Truth Social de anî ziman ku divê Îran û Îsraîl bigihîjin rêkeftinekê û wê di demekê nêzîk de aştî misoger be.

Roja înê Îsraîlê êrişek berfireh li dijî bernameya nukleerî û nuqteyên leşkerî yên cuda li Îranê pêk anî. Di encamê de gelek fermandarên mezin ên hêzên çekdar ên Îranê û Pasdar û zanyar hatin kuştin, tesîsên sereke yên uranyomê hatin wêrankirin. Tehranê jî bi gelek moşekan û balafirên bêmirov bersiva êrişa Îsraîlê da.

(ac/fr)

ANHA