Hevserokên nû yên YRA’yê û endamên Meclisa Giştî hatin hilbijartin

Di Kongreya 7’an a YRA’yê de Evîn Îbrahîm û Idrîs Henan weke hevserokên nû yên YRA’yê û 23 endamên Meclisa Giştî, hatin hilbijartin.

15 hezîran, 2025   20:04
QAMIŞLO

Vê sibehê, Kongreya 7’an a Yekitiya Ragihandina Azad (YRA), bi beşdariya hejmareke mezin a rojnamevanên ji Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, nûnerên Rêveberiya Xweser, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û navendên ragihandinê yên YPJ û YPG’ê, li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişloyê hat lidarxistin.

Piştî axaftinan û xwendina peyamên pîrozkirina Kongreya 7’an a YRA’yê, dîwana birêvebirina kongreyê ji 5 kesan hat avakirin. Dûre kongre li pêş dezgehên çapemeniyê girtî dewam kir.

Her wiha rêziknameya ku ji 3 beş û 25 madeyan pêk tê, hat nîqaşkirin û hin guhertin hatin kirin.

Ji bo hilbijartina hevserokên nû û hilbijartina 23 endamên Meclisa Giştî dengdan bi nepenî pêk hat.

Piştî nav hatin hejmartin, Idrîs Henan û Evîn Îbrahîm weke hevserokên nû yên YRA’yê hatin diyarkirin û 23 endam jî ji bo Meclisa Giştî ji tevahî kantonan hatin hilbijartin; 13 endam ji kantona Cizîrê, 3 endam ji Helebê, 5 endam ji kantonên Reqa, Tebqa û Dêrazorê û 2 endam ji kantona Firatê.

Kongre wê bi encamnameyekê bi dawî bibe.

(fr)

ANHA