Trump di navbera Rûsya û Ukraynayê de agibesta enerjiyê ragihand

Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo qada enerjiyê ya di navbera Rûsya û Ukraynayê de agirbest ragihand û got her du aliyan li hev kir.

Trump di navbera Rûsya û Ukraynayê de agibesta enerjiyê ragihand
11 cotmeh, 2026   18:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro destpêkirina agirbestê li ser qada enerjiyê ya de di çarçoveya şerê Rûsya-Ukraynayê de ragihand û diyar kir ku  Moskov û Kîevê razî bûne.

Di postek li ser platforma "Truth Social" de, Trump diyar kir ku agirbest ketiye meriyetê û ji her du aliyan xwest ku pabendî wê bibin û ji binpêkirina wê dûr bisekinin.

Ev ragihandin piştî daxuyaniya Trump a roja înê ya li ser peymana ku bi Moskovayê re hatiye kirin da ku cezayên li ser hinardeyên mazotê yên Rûsyayê heta 7’ê Nîsanê werin rawestandin tê. Rûsyayê berê destûr dabû ku ji 10’ê Cotmehê pê ve 500 hezarton mazotê ji bazarên biyanî re were firotin.

Roja şemiyê (duh), ji ber êrişên berdewam ên li ser rafîneriyên petrolê yên Rûsyayê, Trump rexne li Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy kiribû û jê xwestibû ku wan rawestîne.

Zelenskyy jî ragihand ku êrişên li ser rafineriyên Rûsyayê rawestîne, bi şertê ku Moskov êrişên xwe yên li ser binesaziya enerjiyê ya Ukraynayê rawestîne û diyar kir ku tedbîrên kêmkirina aloziyê divê beramberî hev bin û bi garantiyên rastîn werin piştgirîkirin.

(f)