Konseya Ewlehiyê biryara dirêjkirina mîsyona hêzên NY'ê li Colanê da

Konseya Ewlehiyê ya Navneteweyî mîsyona hêzêm NY'ê yên li Colanê ji bo 6 mehên din dirêj kir. Girêdayî wê Îsraîl bi îsrar e ku li ser çarenûsa Colanê tu danûstandinan neke, tevî ku ew amade ye têkiliyên xwe bi Sûriyeyê re asayî bike.

Konseya Ewlehiyê biryara dirêjkirina mîsyona hêzên NY'ê li Colanê da
30 hezîran, 2025   20:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Konseya Ewlehiyê ya Navneteweyî di civîna xwe de ragihand ku wê mîsyona hêzên Neteweyên Yekbûyî (NY) yên çavdêriya agirbestê ya li Colanê ji bo 6 mehên din dirêj kir.

Îro, wezîrê karên derve yê Îsraîlê Gideon Saar gotibû ku Tel Avîv ji bo dev ji Colanê berde tu danûstandinan bi Sûriyeyê re nake.

Saar got Îsraîlê girîngî daye avakirina têkiliyên dîplomasî yên fermî yên bi Sûriyeyê re, lê belê der barê çarenûsa Colanê de ew tu danûstandinan nake.

(mh/fr)