Trump bi El Şara re hevdîtin kir

Hate ragihandin ku Serokê Emerîkayê Donald Trump li Riyadê bi Serokkomarê demkî yê Suriyeyê Ahmed El Şara re hevdîtin kir.

Trump bi El Şara re hevdîtin kir
14 gulan, 2025   11:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarekî ji Qesra Spî ji AFP’ê re axivî û anî ziman ku hevdîtina bi Donald Trump re roja Sêşemê saet di 10:15’an li Riyadê pêk hatiye.

Ev hevdîtina ku ji aliyê rêveberiya DYE’yê ve weke hevdîtineke kurt û nefermî hate ragihandin. Ev hevdîtin piştî daxuyaniya Trump a ji bo rakirina pêkanînên li ser Sûriyeyê pêk hat.

Di heman demê de DYE’yê bi Erebistana Siûdî re peymaneke razemeniyan a ji 600 milyar dolarî û peymana çekan a ji 142 milyar dolarî îmze kir.

Trump vê gavê weke gavek ji bo aramiya herêmê pêşkêş dike û têkiliyên aborî û parastinê yên bi Riyadê re kûr kir.