HRW: Komên girêdayî Tirkiyeyê binpêkirinan dewam dikin

HRW’ê diyar kir ku çeteyên "Artêşa Nîştimanî" ya Sûriyeyê kiryarên binçavkirin, talankirin û destdirêjiyê li sivîlan li bakurê Sûriyeyê dewam dikin, tevî ku ew tev li artêşa Şamê bûne. HRW’ê bang li desthilata Şamê kir ku serçetyan di artêşê de erkdar nekin.

HRW: Komên girêdayî Tirkiyeyê binpêkirinan dewam dikin
14 gulan, 2025   11:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Human Rights Watch (HRW) ragihand ku çeteyên "Artêşa Nîştimanî" ya Sûriyeyê kiryarên binçavkirin, talankirin û destdirêjiyê li sivîlan li bakurê Sûriyeyê dewam dikin, tevî tevlîbûna wan di nav artêşa Şamê de û erkdarkirina serkirdeyên wan. 

Rêxistinê diyar kir: "Hikumeta Sûriyeyê ya demkî têkildarî rawestandina binpêkirinan û hesabpirsînê berpirsyar e. Divê kesên ku berê binpêkirin kirine bêne dûrxistin û dezgehên ewlekariyê têkevin bin çavdêriya sivîl.”

Di raporê de her wiha hat gotin: "Di nav wan serkirdeyên ku di cihên bilind de hatine erkdarkirin kesên mîna Mihemed El Casim (Ebû Emşa), Seyf Bulad (Sêf Ebû Bekir), Fehîm Îsa û Ehmed El Hayis (Ebû Hatim Şeqra) jî hene.”

Her wiha hate gotin: "Bûyerên îşkencekirin û binçavkirinê li dijî Kurdan û sivîlên din, her wiha lêdan, neynûk kişandin, talankirina malbatan û ferzkirina cezayên pereyan li ser kesên ku vedigerin deverên xwe hatine belgekirin. Her wiha bûyerên revandin, talan, gefên tundiyê û binçavkirina mirovan heta ku fîdye bê dayîn, hatine belgekirin. "

Cîgirê rêvebirê HRW’ê Adam Coogle di dawiya raporê de got: "Eger kesên ku  binpêkirin kirine neyên dûrxistin û neyên cezakirin, gelê Sûriyeyê dê ji hêla artêşa xwe ya nû ve rastî binpêkirinan were.”

(k)