Ehmed Şera û Serokê Lubnanê beşdarî Lutkeya Erebî nabin

Piştî nakokiyên li ser serdana Ehmed Şera ya ji bo Bexdayê di nav aliyên Şîeyan, Şera biryar da ku serdana Iraqê neke. Her wiha Serokê Lubnanê jî ragihand ku beşdarî Lutkeya Erebî ya li Bexdayê nebe.

Ehmed Şera û Serokê Lubnanê beşdarî Lutkeya Erebî nabin
14 gulan, 2025   11:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Brigade ya Lubnanî ragihand ku Serokê Lubnanê Joseph Aoun dê roja Şemiyê beşdarî Lûtkeya Erebî ya li Bexdayê nebe, lê Serokwezîrê Lûbnanê Newaf Selam dê roja Înê, li gel Wezîrê Kerên Derve Yusif Raji, bigihêje Iraqê.

Rojnameyê derbarê sedema beşdarnebûna Aoun ya di Lutkeya Erebî de jî diyar kir ku hinek sedem hene ku yek ji wan jî serdana ji bo Romayê û beşdarbûna merasîma sondxwarinê ya Papa ku dikeve roja 2’ê Gulanê ye.

Her wiha beriya niha Serokatiya Sûriyê ragihand ku Ehmed Şera beşdarî Lûtkeya Erebî ya li Bexdayê nabe, lê Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê Esad Şeybanî dê serokatiya şandeya Sûriyê ya ji bo Lûtkeyê bike.

Biryare di 17’ê Gulanê de civîna Lutkeya Erebî ya Bexdayê bi beşdarbûna serok û berpirsên Ereb were lidarxistin. Amadekariyên ji bo Lutkeyê li Bexdayê berdewamin.