Li Qamişloyê 8 şehîd hatin oxirkirin

Şêniyên Qamişloyê cenazeyê 7 şehîdan li mezargea Delîl Saroxan spartin axê û ji bo şehîdekî jî merasîma xiyabî li dar xistin.

Li Qamişloyê 8 şehîd hatin oxirkirin
Li Qamişloyê 8 şehîd hatin oxirkirin
Li Qamişloyê 8 şehîd hatin oxirkirin
Li Qamişloyê 8 şehîd hatin oxirkirin
Li Qamişloyê 8 şehîd hatin oxirkirin
Li Qamişloyê 8 şehîd hatin oxirkirin
Li Qamişloyê 8 şehîd hatin oxirkirin
Li Qamişloyê 8 şehîd hatin oxirkirin
Li Qamişloyê 8 şehîd hatin oxirkirin
Li Qamişloyê 8 şehîd hatin oxirkirin
Li Qamişloyê 8 şehîd hatin oxirkirin
Li Qamişloyê 8 şehîd hatin oxirkirin
Li Qamişloyê 8 şehîd hatin oxirkirin
Li Qamişloyê 8 şehîd hatin oxirkirin
Li Qamişloyê 8 şehîd hatin oxirkirin
Li Qamişloyê 8 şehîd hatin oxirkirin
Li Qamişloyê 8 şehîd hatin oxirkirin
Li Qamişloyê 8 şehîd hatin oxirkirin
25 nîsan, 2026   19:15
QAMIŞLO

Bi hezaran şênyên Qamiloyê îro cenazeyên endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ciwan Îbrahîm û şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk, Can, Xerîb, Mihemed, Hadî, Munzir El Izo (Îsam Qamişlo), û Umer Xelîl ku di 18 û 21ê Çileyê de li deverên cuda şehîd bûn li mezargeha şehîda Delîl Saroxan, spartin axê, her wiha ji bo şehîd Silêman Mihemed (Mihemed) jî marasîma xiyabî hate lidarxistin.

Merasîmê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mihyedîn Hesen axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û diyar kir ku "planeke qirêj a li dijî Rojava hebû, lê fedakariya şehîdan ew pûç kir. Ji ber vê yekê, em deyndarê şehîdên xwe ne û em soz didin ku em ê li ser şopa wan bin."

Endamê Meclîsa Leşkerî ya Qamişlo, Şêrzad Qamişlo jî got, "Em soza xwe ya ji bo şehîdan nû dikin û em diyar dikin ku ev qonaxek hesas e, lê kes nikare îradeya me bişkîne û em ê heta ku em sax bin destkeftiyên şehîdên xwe biparêzin."

Şêwirmendê Kongra Îslama Demokratîk, Şêx Mihemed El Qadirî jî axivî û sersaxî  ji malbatên şehîdan re xwe û got: "Şehîd di dilê me de dijîn û xwîna wan di navbera pêkhateyên cûda yên civakê de yekîtî û rûmet çêkiriye. "

Piştî axaftinan belgenameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyên şehîdan bi tilîlî û dirûşmeyên "Şehîd nemirin" spartin axê.

(k)