TJA: Em ê dengê heqîqetê derxînin holê

Cîgira Hevserokên DEM Partiyê yên Amedê Necla Korkmaz ku di daxuyaniya di pêşengiya TJA'yê de ji bo Rojnamevan Gulîstan Tara û Hêro Behadîn ên li bajarê Silêmanî hatin qetilkirin de axivî diyar kir ku li gel hemû tundiya tê kirin dê dengê heqîqetê derxînin holê.

TJA: Em ê dengê heqîqetê derxînin holê
26 tebax, 2024   13:16
NAVENDA NÛÇEAYN

Dewleta Tirk a dagirker di 23’yê Tebaxê de li navçeya Seyîdsadiq a girêdayî Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê bi SÎHA’yê êrişî wesayîta ku rojnamevan kir û Gulistan Tara û Hêro Bahadîn qetil kir. 

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya  bajarê Amedê bakûrê Kurdstanê daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de Parlamenterê DEM Partiyê Serhat Eren, Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Bêrîvan Bahçecî û gelek kes beşdarî daxuyaniya ku di pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) de hate kirin bûn.

Hevseroka DBP’ê ya Amedê Sûltan Yaray a di daxuyaniya de axivî û wiha got: “Mafê kesekî nîne ku dengê çapemeniyê qût bike. Pergal li dijî kurdan li her derê êrişên xwe pêk tîne. Bi hevkariya PDK’ê di pêşengtiya AKP’ê û MHP’ê de ev komkujî hate kirin. Em van êrişan şermezar dikin. Çapemeniya azad bi komkujiyan naqede.”

Piştre Cîgira Hevserokên DEM Partiyê yên Amedê Necla Korkmaz a axivî, wiha got: “Em komkujiya li dijî kedkarên çapemeniya azad rojnamevanên jin şermezar dikin. Ji ber ku bloka faşîst a AKP-MHP'ê nikare entegreyî sîstema siyasî ya cîhanê bibe, her tim dijminan diafirîne û polîtîkayên êrişan dimeşîne. AKP-MHP bi van êrîşan dixwazin xeyalên xwe yên neo-Osmanî pêk bînin. Divê PDK demildest dest ji hevkariya vî sûcî berde.”

Korkmaz diyar kir ku rejîma AKP’ê û MHP’ê ya dijminê jinan bi êrîşên xwe yên li dijî gelê kurd û destketiyên wan ên li çar parçeyên Kurdistanê re destketiyên jinan hedef digire û wiha berdewam kir: “Di encama van êrîşan de hevrêya me ya rojnamevan Nagîhan Akarsel li Silêmaniyê hatibû qetilkirin. Armanca vê êrîşa li ser rojnamevanan ew e ku dengê çapemeniya azad bêdeng bikin û nehêle sûcên şer ên li Kurdistanê berdewam dikin bighêjin civaka cîhanê. Lê divê bê zanîn ku ; Kedkarên çapemeniya azad ên li pey heqîqetê ne wê pênûsa hevalên xwe li erdê nehêlin û di her şert û mercî de dengê heqîqetê ragihînin.”

Di tevahiya daxuyaniyê de li dijî mudaxileya polîsan bi dirûşmeyên “Çapemeniya azad nikare were bêdengkirin” û “Jin jiyan azadiyê” hate şermezarkirin. Piştî ku polîsan xebatkarên çapemeniyê asteng kirin parlamenter Eren bi telefona xwe dîmen kişand.

Daxuyanî bi dirûşman û çalakiya rûniştinê bi dawî bû.