Li Sûdanê bendavek hilweşiya: 60 kes mirin

Li Sûdanê ji ber barana dijwar û lehiyê bendavek hilweşiya. Di encamê de 60 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li Sûdanê bendavek hilweşiya: 60 kes mirin
26 tebax, 2024   13:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Çapemeniya Sûdanê ragihand ku ji ber lehî û barana dijwar bendava Erbiat a li rojhilatê welat hilweşiyaye.

Hate zanîn ku di encama hilweşîna bendavê de 60 kesan jiyana xwe ji dest daye û gelek jî kes winda ne.

Li gorî agahiyên hatine parvekirin, ji ber hilweşîna bendavê metirsî hene ku nexweşiya Kolera li welat belav bibe.

Li gorî Nivîsgeha Kar û Barên Mirovî ya Ocha ya li Sûdanê ya girêdayî NY’yê, ji ber barana dijwar û lehiyên ku vê havînê rabûbûn, li 60 herêmên welat zerar gihaştiye 317 hezar kesî.

(bb)