‘Tirkiye peymana bi Iraqê re îmzekirî bicih naîne’

Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê diyarkir ku ava ku ji Suriye û Tirkiyeyê tê Iraqê, tenê nîva pêwîstiyên Iraqê dabîn dike û got: “Tirkiye peymana bi Iraqê re îmzekirî, bicih naîne.”

‘Tirkiye peymana bi Iraqê re îmzekirî bicih naîne’
7 tîrmeh, 2025   13:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê Ewn Ziyab derbarê para ava Iraqê ya ji aliyê dewleta Tirk ve, ji kanala Dîcle News ya Iraqê re axivî.

Ewn Ziyab got ku ava ji her du robarên Dîcle û Firatê tê nav xaka Iraqê, di kêliyek de 353 metre çargoşe derbaz nake û got; “Divê ji her robarek Firat û Dîcleyê, di kêliyek de zêdetirî 300 metre çargoşe av derbas bike.”

Ewn Ziyab da zanîn ku li gorî sererastkirina lihevkirinê, divê ava ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tê berdan, di saniyekê de bigihîje 212 metre çargoşe ku dike nêzî sedî 58’ê ava Fıratê.

Di dawiyê de Ewn Ziyab ev bang li Tirkiyeyê kir; “Bang li Tirkiyeyê dikim ku li gorî peymana bi Iraqê re hatî îmzekirin tevbigere. Ji ber ku li gorî peymanê divê Tirkiye di meha Tîrmeh û Tebaxê de, ji robarê Firat û Dîcleyê para ava Iraqê berde. Lê heya niha ev peyman ji aliyê Tirkiyeyê nehatiye bicihanîn. Ev ava niha gelek kême û pêdawistiyên Iraqê pêşwazî nake.”