Tirkiye hefteyek germ li paş xwe hişt: Qanûna çarçoveyê û Yenî Partî rojev e

Siyaseta Tirkiyeyê, bi taybetî jî bi nîqaşên li ser pêşnûmeya qanûna çarçoveyê, hevdîtinên partiyên siyasî û hevdîtina bi Îmraliyê re, gelekî germ bûye. Piştî van hevdîtin û nîqaşan tê payîn ku beriya parlemento bikeve betlaneyê, qanûna çarçoveyê ji parlementoyê derbas bibe.

Tirkiye hefteyek germ li paş xwe hişt: Qanûna çarçoveyê û Yenî Partî rojev e
26 tîrmeh, 2026   15:42
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li Tirkiyeyê di çarçoveya geşedan û rûdanên li Rojhilata Navîn de, liv û tevgera siyasî zêde bûye. Di vê çarçoveyê de, Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û bi giştî siyaseta Tirkiyeyê hefteyeke krîtîk li pey xwe hişt.

Di hefteya borî de, derbarê pêşnûmeya qanûna çarçoveyê ku ev demeke li benda hatina wê ya bo parlamentoyê ne, rêzehevdîtin derketin pêş. Ji bilî vê yekê, di nava CHP’ê de qutbûnek çêbû û muxalefeta bingehîn a siyaseta Tirkiyeyê guherî; êdî ev rola muxalefetê ketiye destê Yenî Partî.

Nîqaşên li ser vê pêşnûmeyê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bûne rojeva sereke. Li gorî daxuyaniya Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş, tê payîn ku di meha Tîrmehê de ev pêşnûme bê rojeva parlamentoyê.

HEFTE Bİ HEVDÎTİNA ŞANDE ÎMRALÎ Û AKP’Ê DES TP ÊKİR

Di vê merhaleya krîtîk de endamên Şande Îmraliyê ya DEM Partiyê ku ji parlamenter Pervîn Buldan û Mîthat Sancar pêk dihat 15 mehê êvarê bi Wekîlê Serokê Giştî yê AKP'ê Efkan Ala û Serokê Koma AKP'ê Abdullah Guler re hevdîtin pêk anî.

Derbarê hevdîtinê de DEM Partiyê ragihand ku ji bo qanûn di meha Tîrmehê de derkeve lihevkirin hatiye piştrast kirin. 

Di 16’ê mehê de Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê, li Meclisê serdana Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî kir. Hat diyarkirin ku serdan di çarçoveya pêvajoyê de hat kirin. 

Piştî hevdîtina rêveberiya tevgerê di 20’ê mehê de daxuyaniyek girîng da.

‘2 MEHAN NÎŞAN DAYE KU GOTIN Û PRATÎK LI HEV NAYÊN’

Rêveberiya Tevgerê ev gotin: "2 meh in bi Rêber Apo re hevdîtin nikare bê kirin. Di demekê de ku têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd pêvajoya aştî û civaka demokratîk dewam dike, pêkneanîna hevdîtinê bi muzakerevanê sereke yê gelê Kurd re rewşeke ku îzahata wê zehmet e. Heyeta DEM Partiyê piştî hevdîtina bi heyeta AKP û Devlet Bahçelî re ragihand ku li hev hatiye kirin ku qanûna çarçoveyê meha Tîrmehê bê derxistin. Piştî bi du rojan jî heyeta DEM Partiyê diyar kir ku wê 23'ê Tîrmehê hevdîtinê bi Rêber Apo re bike. Serokkomar û hin rayedarên AKP'ê gelek caran destnîşan kirin ku ev pêvajo gelekî girîng e. Di mijareke ewçend girîng de pêkneanîna hevdîtinê bi muxatabê sereke ya 2 mehan, nîşan dide ku gotin û pratîk li hev nayên. Eger wê ji bo çareseriyê qanûneke çarçoveyê ya pêwîst bê derxistin, ev yek bi îradeya yekalî û ferzkirinê nabe. Mutabaqat bi lihevkirina nêrînên dualî dibe. Lewma divê nêrîn û pêşnûmeya ku Rêber Apo pêşniyar kiriye li ber çavan bê girtin." 

Piştî hevdîtinên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ku bi Şandeya AKP’ê û Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî di 20 mehê de ji bo bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike çû Îmralî. Şande herî dawî di 24'ê Gulanê de çûbû Girava Îmraliyê û bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribû. Hevdîtin 55 rojan şûnde pêkhat û 5 seatan ajot. 

Rêber Abdullah Ocalan bi rêya Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê daxuyaniyek da. Rêber Abdullah Ocalan piştî hevdîtina ku pêşnûmeya qanûna çarçove hatiye nîqaşkirin ev ji raya giştî re gotin:

"Biryardariya me dewam dike ku li gorî ruhê banga 27'ê Sibatê gavê biavêje û pirsgirêkê di nava hiqûqa xwişk û biratiyê de çareser bike. Em li ber wê qonaxê ne ku hevgirtin û tifaqa dîrokî ya Kurd-Tirk derbasî ser zemîneke hiqûqî bikin ku ev tifaq li Anatoliyê heqîqeteke dîrokî ye û di hemû qonaxên krîtîk de ji hev cuda nebû. Heqîqeta 'Eger tu Kurd ji Tirk cuda bike Kurd namîne, eger tu rabe Tirk ji Kurd cuda bike Tirk namîne' afirandina hiqûqa wekheviyê û jiyaneke hevpar ferz dike. 

Dem hatiye ku zemîneke qanûnî bê ava kirin ku hesasiyeta aliyan li ber çavan digire. Em zanibin ku vekirina vê rêyê ya bi sebir firsendeke dîrokî ye nêzîkatiyên ji rêzê, sivik, teng û xizmetê ji paşerojê re nakin biterikînin û bi hev re jiyana hevpar ava bikin. Di çarçoveya rapora ku Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî ya li TBMM'ê hate amade kir, ji bo pêvajoyeke qanûnî û hiqûqî dest pê bike, ji bo şer û çek bi temamî ji dewrê bêne derxistin, ji bo rûpeleke nipînû bê vekirin çi ji destê kê tê divê bike.

Tifaqa Kurd-Tirk kevirê esasî yê paşeroja hevpar a Anatoliyê ye. Di her gava ku bê avêtin de divê em çanda vê xakê ji xwe re bikin esas. Pêkan e ku bi sererastkirinên qanûnî ev tifaq bi garantiya hiqûqî bê mayindekirin û li komareke demokratîk bi rengekî azad û wekhev bijîn. Divê hiqûqa negatîf veguhere hiqûqa pozîtîf.

Dîrok firsendekê dide me ku em jiyaneke hevpar ava bikin, di nava edalet û wekheviyê de rûpelekî nipînû vekin. Baweriya min tam e ku em ê bi hev re vê firsendê bi kar bînin, binirxînin."

HEVDÎTINÊN KÛRTÛLMÛŞ DEST PÊ KIR

Serokê Giştî yê Parlementoya Tirkiye Nûman Kûrtûlmûş piştî hevdîtina Îmralî dest bi serdanên partiyên siyasî ku koma wan di parlementoyê de heye kir. 

Têkildarî qanûna çarçoveyî rêze hevdîtinên Kûrtûlmûş wiha pêk hatin:

*Li koma MHP'ê bi Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî re,

*Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan re,

* Kemal Kiliçdaroglu ku bi biryara ‘Betalkirina Teqez’ weke Serokê Giştî yê CHPê hat peywîrdarkirin re,

*Serdana Koma Yenî Yolê kir û li wir bi Serokwekîlê Koma Yenî Yolê Mehmet Emîn Ekmen re, civiya.

*Serdana ÎYÎ Partiyê kir û hevdîtin kir.

Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş piştî hevdîtina bi şandeyên AKP’ê, MHP’ê, CHP’ê, Yenî Yol, ÎYÎ Partî û DEM Partiyê têkildarî rojevê daxuyanî da.

Mijarên sereke yên axaftina Kurtulmuş wiha ne: 

“Divê ez vê yekê berî bînim ziman, çarçoveya sereke ya têkildarî rêxistina fesixkirî dê bê parastin. Ev dê bibe qanûnek demkî. Divê peyva rêxistina munfesix (fesixkirî) di vê qanûnê de cih bigire. Divê nebe efûyek giştî an taybet ji bo şexsekî.

Em di mijara piştgiriya vê qanûnê de yekreman in. Em hêvî dikin ku ev qanûn pêşiya têkoşîna siyasî vebike. Li ser vê erdnîgariyê pêdiviya me bi yekitî û biratiyê heye. Hêvîdar im beriya betlaneya Meclisê em ê vê verastkirinê bikin. Beriya betlaneya Meclisê em ê vê xebatê bi dawî bikin.”

Piştî hevdîtinên Serokê Parlemmentoyê Kûrtûlmûş, partiyên ku koma wan di parlemento de heye jî li ser pêşnûmeya qanûna çarçoveyî dest bi kar û xebatên xwe kirin.

PİŞTÎ HEVDÎTİNA ÎMRALÎ ŞANDE Lİ GEL AKP CİVİYA

Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê li parlemento bi Serokê Koma AKP’ê Abdullah Guler, Wekîlê Serokê Giştî yê AKP’ê Efkan Ala û Berdevkê AKP’ê Omer Çelîk re tekildarî qanûna çarçoveyî hevdîtin pêk anî. Şande herî dawî li Girava Îmraliyê bi Rêber Abdullah Ocalan re jî hevdîtin pêk anîbû. Piştî hevdîtina Îmralî ev hevdîtin jî bal kişand.

Rêveçûna muzakere û xebatên li ser naveroka pêşnûmeya qanûna çarçoveyê didome. Tê payîn ku beriya ku parlemento bikeve betlanê wê qanûn derbikeve.

YENÎ PARTÎ BÛ PARTIYA BINGEHÎN A MÛHALEFETÊ

Piştî nîqaşa sereke ya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li Tirkiye di siyaseta Tirkiye de guhertina mûhalefeta bingehîn de di rojevê de ye. Siyaseta Tirkiye di rojên gelekî germ de derbas dibe. Bi taybetî jî bi biryara “Betalkirina teqez” ku Ozgur Ozel ji Serokê Giştî ya CHP’ê hat dûrxistin û li şûna wî careke din Kemal Kiliçdaroglu weke Serokê Giştî ya CHP’ê hat peywirdarkirin, siyaseta Tirkiye ket nava aloziyekê. Li ser vî perwirdarkirinê Ozel biryarek girt û tevî 91 parlementeran biryara ji CHP’ê îstifakirinê girt.

Ozel çawa ji CHP’ê îstifa kir di heman demê de belgeyên damezirandina Yenî Partî (Partiya Nû) îmze kir got: “Bila ji bo welat, gel, partiya me û ji bo me hemûyan bixêr be.” 

Di 24’ê Tîrmehê de Murat Emîr û Gul Çîftçî ji bo daxwaznameya damezirandina Yenî Partî pêşkêşî Wezareta Karên Hundir bikin, çûne wezaretê. Li ser vî serlêdanê di 24’ê Tîrmehê Yenî Partî wek mûhalefeta bingehîn kete nava siyaseta Tirkiye. Yenî Partî dest bi kar û xebatê xwe kiriye. Li gor agahiyên dawî wê 10 parlementerên din jî tevlî Yenî Partî bibin. Yenî Partî niha li Parlementoya Tirkiye bûye mûhalefeta bingehîn.

 Tê payîn ku wê destpeka hefteyê pêşnûmeya qanûna çarçoveyê pêşkeşî parlemento were kirin.