Şaredariya Girkê Legê dest bi xebatên çêkirina çerxerêyekê kir

Li Qada Şehîd Xebat a bajarê Girkê Legê, Şaredariya Gel dest bi xebatên çêkirina çerxerêyekê kir. Ji bo çerxerêyê dê peykerek ku nasnameya Girkê Legê temsîl bike bê danîn.

Şaredariya Girkê Legê dest bi xebatên çêkirina çerxerêyekê kir
Şaredariya Girkê Legê dest bi xebatên çêkirina çerxerêyekê kir
Şaredariya Girkê Legê dest bi xebatên çêkirina çerxerêyekê kir
Şaredariya Girkê Legê dest bi xebatên çêkirina çerxerêyekê kir
Şaredariya Girkê Legê dest bi xebatên çêkirina çerxerêyekê kir
Şaredariya Girkê Legê dest bi xebatên çêkirina çerxerêyekê kir
Şaredariya Girkê Legê dest bi xebatên çêkirina çerxerêyekê kir
Şaredariya Girkê Legê dest bi xebatên çêkirina çerxerêyekê kir
26 tîrmeh, 2026   15:50
QAMIŞLO

Şardariya Gel a Bajarê Girkê Legê li herêma Cizîrê, di çarçoveya başkirina rewşa tirafîkê û xweşikkirina wê deverê, dest bi xebatên avakirina çerxerêyekê li Qada Şehîd Xebat a li destpêka rojavayî bajêr kir.

Hevseroka Şaredariya Gel a Bajarê Girkê Legê Gulnar El Hisên ji ajansa me re diyar kir ku ji ber hewirdorê vê qadê rêyên sereke ne û pêwîstiya tirafîkê pê heye, wan dest bi xebateke bi vî awayî kir û got: “Daxwazên xelkê ji bo çêkirina vê çerxerêyê hebû, armanc jê jî birêxistinkirina tevgera tirafîkê, rêgirtina ber bûyerên tirafîkê û kêmkirina asta qelebalixê ye.”

Gulnar El Hisên destnîşan kir ku ne tenê ji bo tevgera tirafîkê, ev xebat ji bo derxistina devereke xweşik li bajêr hatiye destpêkirin. Wan ji bo danîna peykerekî bi peykersazekî li bajarê Amûdê li hev kiriye ku peykerekî saz bike ku nasnameya bajarê Girkê Legê temsîl bike.

Gulnar El Hisên da zanîn ku dema bidawîbûna vê xebatê derdora mehekê ye.

Gulnar di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ji bo pêşxistina xizmetguzariyê li bajêr, xebatên wan ên wekî zifitkirin û çeksazîkirinêa kolanan didome.

(sb)

ANHA