Piştî çeksazkirinê careke din ava Elokê ji bo Hesekê hat dayîn

Piştî ku şikestina di xeta sereke ya nêzî Kampa Waşûkanî hate çeksazkirin, careke din av ji Stasyona Elok ji bo bajarê Hesekê hat dayîn. Daîreya Avê da zanîn ku dê di 12 saetan de av bighêje stsayonên El Himê û El Ezîziyê.

Piştî çeksazkirinê careke din ava Elokê ji bo Hesekê hat dayîn
26 tîrmeh, 2026   15:26
HESEKÊ

Piştî rojeke ji ragihandina xebitîna Stasyona Avê ya Elok, ji ber hebûn şikestinekê di xeta sereke ya avê ya nêzî Kampa Waşûkanî av li ser bajarê Hesekê hat qutkirin, îro careke din ji Stasyona Avê ya Elok av ji bo bajarê Hesekê hat dayîn. 

Endamê Rêveberiya Daîreya Avê ya li Bajarê Hesekê Ednan Xalid da zanîn ku dayîna avê piştî çeksazkirina şikestina di xeta sereke de pêk hat, texmîn dikin ku di 12 saetên bê de wê av bighîje stasyonên El Hemê û El Ezîziyê.

Biryar hatibû girtin ku çeksazkirina hemû xetên şikestî û yên nayên bikaranîn beriya careke din xebitîna stasyonê werin sererastkirin, lê di dema dayîna avê bi awayeke tecrubeyî jî, ji ber xerabûna heyî av negihîşt hejmareke mezin a taxên li bajarê Hesekê jî.

(sb)

ANHA