Şoreşa Rojava rê li pêşiya nivîskar Fatma Murad vekir

Piştî Şoreşa Rojava jiyana nivîskar Fatma Murad guherî, xwe fêrî zimanê kurdî kir û romana xwe ya yekemîn bi navê `XWE LI SER KIRIN` nivîsand.

Şoreşa Rojava rê li pêşiya nivîskar Fatma Murad vekir
Şoreşa Rojava rê li pêşiya nivîskar Fatma Murad vekir
Şoreşa Rojava rê li pêşiya nivîskar Fatma Murad vekir
Şoreşa Rojava rê li pêşiya nivîskar Fatma Murad vekir
Şoreşa Rojava rê li pêşiya nivîskar Fatma Murad vekir
Şoreşa Rojava rê li pêşiya nivîskar Fatma Murad vekir
Şoreşa Rojava rê li pêşiya nivîskar Fatma Murad vekir
Şoreşa Rojava rê li pêşiya nivîskar Fatma Murad vekir
Şoreşa Rojava rê li pêşiya nivîskar Fatma Murad vekir
17 gulan, 2026   03:40
HESEKÊ
BOTAN HISÊN

Fatma Cesas Murad 24 salî ye û ji bajarê Hesekê ye. Malbata wê ji 5 keç û 3 xortan pêk tê. Peymangeha Gihandina Mamosteyan a Rojava bi dawî kir û niha mamosteya zimanê kurdî ye.

Fatma Murad anî ziman ku wê di dibistana navîn de dest bi nivîsandinê kiriye. Li dibistanê bi zimanê erebî nivîs dinivîsandin û hîna lênûsa wê li gel wê ye.

Piştî Şoreşa Rojava 19`ê Tîrmehê 2012`an pêkhateyên herêmê êdî destpêkirin zimanê xwe yê dayikê xwendin. Berî Şoreşa Rojava rejîma Baasê destûr nedida ku pêkhateyên li Sûriyeyê bi zimanê xwe yê dayikê biaxivin an jî bixwînin.

Sala 2016`an Fatma astên zimanê kurdî dixwîne û piştre diçe Peymangeha Gihandina Mamosteyan û xwendina xwe bi dawî dike. Piştî wê li dibistana seretayî û navîn dibe mamosteya zimanê kurdî.

Rêwîtiya Fatmayê ya zimanê kurdî didome û sala 2019`an piştî ku bavê wê wefat dike, dest pê dike hestên xwe bi zimanê kurdî dinivîse. Di heman salê de apê wê di şerê Serêkaniyê de şehîd dibe û Fatma van bûyeran bi zimanê kurdî dinivîse.

Fatma gava xwe ya yekemîn ji çîrokên şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi sernavê `Ez bi te re me` dest pê dike. Ji ber materyal zêde nîn in nikare van çîrokên xwe bi dawî bike. Fatmayê got ew bi zimanê xwe yê dayikê hîn zêdetir dikare îfade bike û binivîse.

ROMANA YEKEM

Sala 2022`an Fatma Murad romana xwe yekemîn bi sernavê `XWE LI SER KIRIN` nivîsand. Roman li ser hezkirin, fedakarî, rola malbatê û hevalan û bandora neyînî ya madeyên hişbir û li ser mirovan hatiye nivîsandin. Fatma Murad ev roman 5 mehan nivîsandiye û got hemû bûyerên di romanê de xeyalî ne.

Fatma Murad da zanîn ku wê piştî bûyera kuştinê ya li Misirê qewimî dest bi nivîsandina romana xwe kiriye. Di heman salê de xortekî misirî keça ku jê hez dike dikuje. Rêbaza ku keç ji aliyê hezkiriyê xwe ve pê hatiye kuştin gelekî bandorê li Fatma Murad dike. Êdî Fatma Murad di romana xwe de behsa hezkirina heqîqî dike û dibêje şert û merc çi dibin bila bibin xortekî ku hez dike nikare keça ku jê hez dike wisa bikuje.

Fatma Murad anî ziman ku ew gelekî ji nivîsê hez dike û li ser asta kesayetî, malbatî û civakî hemû tiştên ku hîs dike û dijî, dinivisînê. Her wiha got ku divê nivîskar hemû tiştên hîs dike, jiyan bike û ev yek bandoreke erînî li ser karê wêjevaniyê dike.

CIVAK Û MALBAT PÊ RE DIBIN ALÎKAR

Fatma Murad bi zimanê kurdî dinivisînê û zêdetirî xwe rêbazê nivîsandina wê romanin. Bi islûbekî ku her kes fêm bike, dinivisîne. Ew roman û çîrokên xeyalî dinivisînê.

Malbata wê pêre dibe alîkar. Dema ku romana xwe ya yekemîn dinivisînê ji malbata xwe re dixwînê û li nêrîn û têbiniyên wan guhdar dike.

Her wiha civakî jî romana Fatma Murad hem rexnekirine hem jî beşek ji civakê pesnê wê dane. Di wextê ku li Rojava gelek buyer qewimîn, Fatma Murad li ser bûyera kuştinê ya li Misrê qewimî bû, nivîsandiye, ji ber vê yekê hate rexnekirin.

Fatma Murad got ku ew zêdetirî xwe demsala payîzê û li ber muzîka piyano dinivisîne. Her wiha romanan bi zimanê kurdî û erebî dixwîne û ev yek pêre bû alîkar ku romana xwe binîvsînê.

Fatma Murad destpêkê nafikire ku romana xwe çapbike û belav bike. Piştre helbestvan Feyrûz Reşk jêre dibêje ku romana xwe çapbike û belav bike. Piştî ku dibe endama Yekitiya Nivîskarên Kurd li Sûriyeyê pirtûka xwe ya yekem çap dike û di şahiyeke li bajarê Hesekê îmze dike.

PROJEYÊN SIBEROJÊ

Fatma Murad li ser romana bi navê `ARTÎM` dixebite. Ew çîroka 2 xortên Ermen e, dema ku sala 1915`an di komkujiya Ermeniyan a li ser destê Osmaniyan pêk hatiye, koçberî Sûriyeyê dibin.

Nivîskar Fatma Murad 2023`an di pêşbirga festîvala Yekitiya Nivîskarên Kurd li Sûriyeyê dibe duyemîn. Ew dixwaze romana xwe `XWE LI SER KIRIN` wergerîne zimanên erebî, tirkî û ingilîzî. Ew bawer dike ku mijara romanê ji bo hemû mirovên li cîhanê derbasdar e.

Fatma Murad di dawiya gotinên xwe de got kî dixwaze binivîse bila bê tirs dest bi nivîsê bike, ji ber nivîsandin ji îlhamê dest pê dike û piştre raman yek bi yek diherikin.

(np)

ANHA