Tirkên nîjadperest 2 ciwanên sûriyeyî qetil kirin
Li Tirkiyeyê 2 ciwanên sûriyeyî ji aliyê Tirkên nîjadperest û polîsan ve hatin qetilkirin.

Li gorî agahiyên ku medyayên dîjîtal parvekirine, duh li bajarê Bursa yê Tirkiyeyê nîjadperestên Tirk bi kêrê êrişî ciwanê bi navê Hanî Qasim Ednan (23) kirin û wî qetil kir. Desthilata Tirk li hemberî qetilkirina Hanî Ednan tiştek nekir.
Hanî ji bajarokê Mesaran ê Ildibê ye tevî malbata xwe li bajarê Bursayê dimîne.
Roja yekşemê jî ciwanê bi navê Ehmed El Enwer ê ji Helebê ji ber ku belgeyên kesayetî pê re tune bûn, li taxa Hoca Sînan Pahçêlî Evler a Stenbolê hat rawestandin, lê xwe ji lepên polîsên Tirk reviya. Di revê de ji qada duyemîn ket û jiyana xwe ji dest da.
(şx)
ANHA