Li Heleb û Idlibê xwepêşandanên li dijî dagirkeriyê

Li gundewarên Idlibê û yên Helebê xwepêşandan li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hatin lidarxistin.

Li Heleb û Idlibê xwepêşandanên li dijî dagirkeriyê
3 îlon, 2024   12:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Kefer Texarîm ê Idlibê bi dehan kes li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker xwepêşandan li dar xist. Xwepêşandêran xwest girtî werin berdan û pergala ewlehiyê ya dagirkeran were hilweşandin.

Li kampa Etmê ya Idlibê û gundê Sehara yên Helebê jî xwepêşandan hatin lidarxistin û heman bangewazî hatin kirin.