NY: Di Tebaxê de 93 kes li Îranê hatin darvekirin

Li gorî rayedarên NY’yê, desthilata Îranê di Tebaxê de 93 kes bi dar ve kirine û bi kêmanî 18 rojnamevanên jin hatin darizandin.

NY: Di Tebaxê de 93 kes li Îranê hatin darvekirin
3 îlon, 2024   13:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarên Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku desthilata Îranê di navbera 31’ê Tîrmehê û 30’ê Tebaxa de 93 kes bi dar ve kirine. Rayedarab ji ber zêdebûna darvekirinên li Îranê fikarên xwe anîn ziman û xwest cezayên darvekirinê demildest werin rawestandin.

Li gorî rayedaran, darvekirinên ku di navbera 31’ê Tîrmehê û 30’ê Tebaxê de pêk hatine 2 qatê yên Tîrmeha îsal in. Rayedaran diyar kir ku di navbera 30’ê Hezîranê û 30’ê Tîrmehê de 45 kes li Îranê hatin bidarvekirin.

Rêxistina Parastina Serbestiya Agahiyan (DeFFi) têkildarî pêkanînên li dijî rojnameger û rojnamevanan ên li Îranê yên di serdema serokkomarê nû yê Îranê de jî raporek parve kir.

Li gorî rêxistinê di Tebaxa îsal de bi kêmanî 18 rojnamevan di 22 dozên cuda de li dadgehan hatin darizandin.

Rêxistinê destnîşan kir ku saziyên dadwerî û ewlehiyê yên Îranê bi kêmanî di 12 rewşan de hiqûqa rojnamevanan binpê kirine.

Ji destpêka vê mehê ve bi kêmanî 8 rojnamevan û çalakvanên medyayê hatin girtin. Li gorî malperan navên girtiyan wiha ne; Ruhella Nex, Kamyar Fekûr, Berîsa Salihî, Şêrîn Seîdî, Yaşar Sultanî, Fîda Rebanî, Nesrîn Hisnî û Sîba Azerbêg.

Di nîvê Tebaxê de cezayê girtîgehê li Fûad Sadiqî hat birîn. Bi vê yekê hejmara rojnamevan û çalakvanên girtî dibe 9.

Li gorî DeFFi’yê, di 6 mehên destpêkê yên îsal de 181 rojnamevan hatin darizandin.

(bb)