MSD'ê beşdarê kongreya Yekitiyên Karkeran ên Brîtanyayê bû

Nûnertiya MSD'ê di Kongreya Yekitiyên Karkeran ên Brîtanyayê (TUC Congress 2055) de beşdar bû. MSD'ê di kongreyê de destnîşan kir ku divê pêşeroja Sûriyeyê bi demokrasî û wekheviyê were avakirin û banga sazkirina peymaneke civakî ya nû ku yê tê de maf û rola jinan misogerkirî bin, kir.

MSD'ê  beşdarê kongreya Yekitiyên Karkeran ên Brîtanyayê bû
10 îlon, 2025   17:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) li Londonê Dr. Mihemed Mustefa di Kongreya Yekitiyên Karkeran ên Brîtanyayê (TUC Congress 2025) ya li bajarê Brighton de beşdar bû.

Mustefa destnîşan kir ku divê pêşeroja Sûriyeyê bi demokrasî û wekheviyê were avakirin û divê peymaneke civakî ya nû ku tê de maf û rola jinan diparêze, were sazkirin.

Mustefa li ser rola hêzên civakê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di têkbirina DAIŞ'ê de axivî û got ku tecrûbeya wan herêm û tevahiya mirovahiyê parast.

Mustefa destnîşan kir ku divê nimûneyeke aborî ya hevbeş ji bo pêkanîna xwetêrkirinê û parastina ekolojiyê were meşandin.

Di dawiyê de Mustefa girîngî bi aştiya li Sûriyeyê û çareseriya siyasî ya demokratîk da.

Di kongreyê de rêveberê Karûbarên Navneteweyî ya Yekitiya "UNITE" ya Brîtanyayê Simon Dubin diyar kir ku berxwedana Kobanê ya 2014'an di têkoşîna li dijî terorê de qonaxeke girîng bû û got ku gelê Sûriyeyê hîn jî ji ber koçberî, wêranî û krîza aborî zehmetiyan dikişînin û ji bo wê divê alîkariyên mirovî werin zêdekirin û çareseriya siyasî were pêşxistin.

(mh/şx)