Berdevka DEM Partiyê: Divê Komîsyon bi Ocalan re hevdîtinê pêk bîne

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan diyar kir ku divê şert û mercên Rêber Abdullah Ocalan werin başkirin û komîsyona ku li Meclisê hatiye avakirin bi wî re hevdîtinê pêk bîne.

Berdevka DEM Partiyê: Divê Komîsyon bi Ocalan re hevdîtinê pêk bîne
26 tebax, 2025   18:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina DEM Partiyê ya Mêrdînê, di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li navçeya Qoserê ya Mêrdînê bi gel re civiya.

Hevdîtin, bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştre jî Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan axivî û banga Rêber Abdullah Ocalan ya 27’ê Sibatê bibîr xist û got: “Pêvajoyeke dîrokî ye. Ji salê 90’î heta niha bi milyonan kes mexdûr bûn, me gelek kes winda kirin. Lê dîsa jî me li ber xwe da. Me jî xwest mîna hemû gelan bi nasname, ziman û çanda xwe bijîn. Heke ev daxwazên me hatibûna qebûlkirin dê me ewqas êş nekişanda. Em li ser xaka xwe bûn penaber.”

Ayşegul Doganê anî ziman ku êdî kesek nikare hebûna gelê Kurd înkar bike û got: “Rê û rêbazên têkoşîna me diguherin. Amûra me ya herî girîng a têkoşîna serdema nû, siyaseta demokratîk e. Daxwaza me ew e ku bikarin siyaseta demokratîk bikin, mafê me yê siyasetê were naskirin û daxwaza civakeke demokratîk û azad dikin.”

Ayşegul Doganê got ku ew di pêvajoya destpêkeke nû de ne û axaftina xwe wiha qedand: “Hinek derdor hewl didin pêvajoyê bi dawî bikin. Hejmara wan zêde nîne lê li valahiyê digerin. Em ê destûrê nedin van derdoran. Divê em bizanin ku birêz Ocalan bangekî stratejîk kir. Biryara PKK’ê stratejîk e. Dê vê hefteyê hevdîtineke nû li Îmraliyê were kirin. Divê komîsyona li Meclisê hatiye avakirin bi birêz Ocalan re hevdîtinê bike. Her wiha divê şert û mercên birêz Ocalan bên başkirin.”