Tevliheviyên Rojhilata Navîn mijara sereke ya rojnameyan bû

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên îro de  bal kişandin ser derketina civaka Durzî wekî modelek ku hewl dide hevsengiyê têxe navbera nasnameya xwe ya olî û daxwazên jiyana siyasî. Her wiha kirîza Sûriyeyê ne tenê nakokiyek navxweyî ye, ew bûye metirsiyek rasterast li ser ewlehiya neteweyî ya Ereban.

Tevliheviyên Rojhilata Navîn mijara sereke ya rojnameyan bû
6 gulan, 2025   10:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de behsa guhertinên siyasî yên mezin kirin ku hewce dike ku civakên mezhebî bibin yek, û herwiha behsa tevlîheviyên li Rojhilata Navîn kirin.

DRUZÎ DI NAVA BAHOZA HERÊMÎ DE: HINDIKAYIYEKE KU HEVSENGIYÊ DIKE NAVBERA TAYBETMENDÎ Û AZADIYA SIYASÎ

Rojnameya El Ereb a Londonê diyar kir ku civaka Durzî tevî hejmara endamên xwe yên hindik ku ji milyonekê derbas nabin,  lê ji ber taybetmendiya wê ya îdeolojîk a hevgirtî û pêkhateya civakê ya bi dîsîplîn  karî hebûneke siyasî û civakî ya girîng li Lubnan, Sûriye û Îsraîlê ava bike.

Li gorî rojnameyê "Belavbûna erdnîgarî ya Druziyan li herêmên nêzî hev mîna Çiyayê Lubnanê, Cebel El Ereb, Girên Golan û Karmel bûye sedema avakirina tora têkiliyên civakî û siyasî yên li derveyî sînoran. Lê belê, ev hevbendî nebû sedema avakirina nêrîneke siyasî ya hevgirtî, ji ber ku polîtîkayên mezhebê li gorî hevsengiyên herêmî diguhere."

Rojnameyê da zanîn ku mezheb êdî ne tenê pêkhateyên olî ne, lê bi demê re bûne çarçoveyên rêxistinî yên jiyana siyasî.

ROJHILATA NAVÎN Û ARÎŞEYA ARAMIYÊ

Rojnameya Eşerq El Ewsat diyar kir ku li herêm valahiya mezin heye ku dê barê wê giran bike, bi taybet bi derketina hêzên tundrew re, ku dikarin "xwe birêxistin bikin."

Rojnameyê destnîşan kir ku herêm îro li pêşberî du modelên berovajî hev in û ev nirxandin kir "Modela geşepêdanê ya ku xwe dispêre mirovan, hemwelatîbûn û geşepêdanê, ku Erebistana Siûdî pêşengiya wê dike û modelek olî tudrew ku hewl dide desthilatdariya siyasî bi hişmendiyên berî dewletê ava bike, li ser bingeha xenîmet û bangeşiya îdeolojîk. Di navbera van her du bijardeyan de, arîşeya aramiyê weke kêşeya herî girîng a stratejîk a Rojhilata Navîn derdikeve pêş. An em ê vê derfeta girîng ji bo avakirina Rojhilata Navîn a nû bi kar bînin, an jî em ê aloziyan bê çare bihêlin, wan veguherînin bombeyên demkî yên ku di rûyê her kesî de diteqe.

METIRSIYÊN KRÎZA SÛRIYEYÊ LI SER EWLEHIYA NETEWEYÎ YA EREBAN

Rojnameya El Xelîc hişyarî da ku pêvajoya niha li Sûriyeyê metirsîdar e.   Sedema vê yekê jî wiha şîrove kir "Ji ber arîşeyên herêmî, êrişên berdewam ên Israîlê, hebûna komên tundrew û mezhebî ku agirê şer û pevçûnan li deverên wekî Laziqiyê, Tertûs, Ceramana û Swêdayê gur kirin."

Di nîvîsê de banga rawestandina êrişên Îsraîlê hate kirin. Hate xwestin ku xebateke cidî li dijî fitneyên ku ewlekariya neteweyî ya Ereban dixe metirsiyê, were kirin. Her wiha hate diyarkirin ku nebûna çareseriyên rasteqîn tê bihêle Sûriyeyê li ber bayê here.

(k)