Îsraîlê tesîsên leşkerî yên Hizbullahê kirin hedef

Artêşa Îsraîlê li herêma Bîqaa ya Lubnanê cihekî stratejîk û baregehek leşkerî ya Hizbullahê bombebaran kir.

Îsraîlê tesîsên leşkerî yên Hizbullahê kirin hedef
6 gulan, 2025   09:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku artêşa Îsraîlê duh bi şev li herêma Bîqaa ya Lubnanê tesîseke stratejîk a hilbirandin û depokirina çekan a Hizbullahê bombebaran kir.

Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê ragihand ku "artêşa hewldanên Hizbullah ên xurtkirina hebûna xwe û çalakiyên wê di hundirê tesîsê de şopandin. "

Di daxuyaniya artêşê de hate gotin, ev tevger û hebûna çekan li van herêman lihevkirinên di navbera Îsraîl û Lubnanê de binpê dike.

Artêşê her wiha da zanîn ku wê li herêma Serîfayê jî tesîstek leşkerî ya Hizbullahê kir hedef. (bb)