Tevî lihevkirinê jî rêyên Şêxmeqsûd û Eşrefiye girtî ne

Endama Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Şêxmeqsud-Eşrefiyê Elîf Mihemed da zanîn ku piştî êrişên li ser her du taxan, bi navbeynkariya Koalîsyona Navneteweyî lihevkirinek çêbû û diviyabû rê bihatana vekirin, lê tenê 3 rê ji bo peyayan hatine vekirin, yên din hîna girtî ne.

Tevî lihevkirinê jî rêyên Şêxmeqsûd û Eşrefiye girtî ne
9 cotmeh, 2025   11:07
HELEB

Endama Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Şêxmeqsud-Eşrefiyê Elîf Mihemed ji ANHA’yê re axivî. Elîf Mihemed bi bîr xist ku hêzên hikumeta veguhêz 6’ê Cotmehê rêyên ku diçin taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê yên Helebê, bi temamî girtin û her du tax dorpêç kirin. 

Elîfê diyar kir ku li hemberî vê yekê gel li ser benda kontrolê ya El Cezîrê çalakiya protestokirinê li dar xist, lê hêzên hikumeta veguhêz êrişî gel kir.

‘PANZEREK HAT DESTESERKIRIN’

Elîf Mihemed da zanîn ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn neçar mane ku mudaxele bikin û got: “Di çalakiya gel û pevçûnan de panzereke Wezerata Parastinê ya hikumeta veguhêz ket destê gel û wan radestî me kir. Di berdewamiya dorpêçê de hejmareke şêniyên taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê ku li derveyî taxan mabûn, rastî tacîzan dihatin û rê nehat dayîn ku derbasî taxê bibin.”

‘DIVÊ DORPÊÇ BI DAWÎ BIBÛYA’

Endama Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn anî ziman ku piştî rawestîna pevçûnan hikumeta veguhêz panzera hatiye desteserkirin xwestiye û wan jî bi navbeynkariya Koalîsyona Navneteweyî lihevkirinek çêkiriye û ev agahî parve kirin: “Tê zanîn dema amûrên leşkerî bikevin dest, nayên rasdestkirin, lê hikumeta veguhêz ev panzer kir pirsgirêk û dorpêç girantir kir. Herî dawî bi navberkariya hêzên koalîsyonê hat lihevkirin ku ev panzer radestî Wezarata Parastinê bê kirin. Erka me hêsankirina jiyana gel û ewlehiya wan e, lewma me ev pêşnyar qebûl kir û beramberî wê xwest rêyên çûn û hatinê yên her du taxan û navenda bajara Helebê bên vekirin, dawî li vê dorpêçê bê anîn.”

Elîf Mihemed da zanîn ku panzer şevê din (8 Cotmeh 2025) hatiye radestkirin û wan jî endamên xwe yên li bendên hevbeş ên taxa Sûriyan, Eşrefiyê û Ewarid şandine, lê hîn jî bendên axê nehatine rakirin, seyare nikarin derbas bibin, tenê welatî bi peyatî dikarin biçin û werin.

Elîf Mihemed diyar kir ku li gorî lihevkirinê diviyabû 5 rê bihatana vekirin, lê heta niha 3 bendên hevbeş (Suriyan, Eşrefiye û Ewarid) ji bo peyayan vebûne. Elîf Mihemed got rêyên El Cezîre û Eşrefiye rêyên sereke ne, lê her du jî nehatine vekirin.