Tevî agirbestê jî Îsraîlê başûrê Lubnanê bombebaran kir

Çend saet piştî ragihandina agirbestê, balafirên bêmirov ên Îsraîlê başûrê Lubnanê bombebaran kir.

Tevî agirbestê jî Îsraîlê başûrê Lubnanê bombebaran kir
4 hezîran, 2026   10:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Neteweyî ya Lubnanê (NNA) ragihand ku çend saet piştî ragihandina agirbestê, balafirên bêmirov ên Îsraîlê başûrê Lubnanê bombebaran kir.

Heman ajansê diyar kir ku balafirên bêmirov ên Îsraîlê li 3 herêmên başûr rê bombebaran kirin û erebeyek hat hedefkirin.

Wezîrê ewlekariya neteweyî ya Îsraîlê Îtamar Ben Xefîr îro peymana agirbestê ya bi navbeynkariya Amerîkayê bi Lubnanê re rexne kir û wek “şaşiyeke mezin” bi nav kir.

Îtamar Ben Xefîr di posteke li ser X‘ê de weşandiye got: "Agirbesta bi Lubnanê re şaşiyeke mezin e û xeyalên şêwirmendan serokwezîr Benjamin Netanyahu ber bi biryarên xelet ve dibin."

Piştî hevdîtinên 2 rojan ên bi navbeynkariya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Îsraîl û Lubnanê li ser bicihanîna agirbestê li hev kiribû.

(bb)