Di êrişên li ser Xezayê de 8 kes hatin kuştin

Di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 8 filistînî hatin kuştin û nêzî 15 kes birîndar bûn.

Di êrişên li ser Xezayê de 8 kes hatin kuştin
4 hezîran, 2026   10:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Parastina Sivîl a Xezayê îro ragihand ku di êrişên hewayî yên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 8 filistînî hatine kuştin û 15 jî birîndar bûne.

Çavkaniyên tenduristiyê ji Xezayê ragihand ku ji qurbaniyên êrişan 5 kes ji heman malbatê ne.

Li gorî rayedarên qada tenduristiyê yên Xezayê, di êrişên Îsraîlê yên ji 7‘ê Cotmeha 2023‘yan ve, 72 hezar û 939 kes hatine kuştin û nêzî 173 hezar kes jî birînar bûne.

(bb)