Çilaxayî daxwaza birêkûpêkkirina tevgera motorsîklêtan dikin

Li ser belavbûna motorsîklêtan li hundirê taxên Çilaxayê giliyên şêniyan zêde dibin. Şênî li ser ewlehiya zarokan metirsîdar in. Gerînendetiya Trafîkê jî diyar kir ku dîsîplînkirina vê diyardeyê bi hevkariya şênî, komîn û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve girêdayî ye.

Çilaxayî daxwaza birêkûpêkkirina tevgera motorsîklêtan dikin
Çilaxayî daxwaza birêkûpêkkirina tevgera motorsîklêtan dikin
Çilaxayî daxwaza birêkûpêkkirina tevgera motorsîklêtan dikin
Çilaxayî daxwaza birêkûpêkkirina tevgera motorsîklêtan dikin
Çilaxayî daxwaza birêkûpêkkirina tevgera motorsîklêtan dikin
Çilaxayî daxwaza birêkûpêkkirina tevgera motorsîklêtan dikin
Çilaxayî daxwaza birêkûpêkkirina tevgera motorsîklêtan dikin
9 tebax, 2026   05:55
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Di çarçoveya ewlehiya trafîkê û birêxistinkirina tevgera çûn û hatinê de Gerînendetiya Giştî ya Trafîkê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Parêzgeha Hesekê biryara qedexeya ajotina motorsîklêtan di nava sînorên îdarî yên parêzgehê de dabû. Biryar ji 1’ê Tîrmehê ve di miryetê de ye.

Lê biryar bû sedema nerazîbûna hin karker û kesên bi motorsîklêtan dixebitin. Wê nerazîbûnê hişt gerînendetî li biryarê vegere û guhertinan çeke ku motorsîklêt tenê di saetên rojê de dûrî navendên bajar û sûkan bixebitin.

Lê vê guhertinê bandor li Çilaxayê kir. Motorsîklêt li taxên bajêr digerin û şêniyan ji ber ajotina bi leza zêde ji hêla zarokan ve, gilî kir.

Têkildarî mijarê, welatî Şêrwan Sêfo got leza zêde ya hin ajokaran êdî li taxan bûye xetereyeke rastîn û êdî malbat ji tirsa pêlêkirinê nahêlin zarok li pêş malên xwe bilîzin. Sêfo da zanîn ku pirsgirêk ne tene lez e, lê dengê hin motorsîklêtan jî, bi taybet di saetên şevê de, wan nerehet dike.

Welatî Zeyneb Îbrahîm bang li Gerînendetiya Trafîkê kir ku dewriyeyan li hundirê taxan zêde bikin, nemaze di saetên şevê de. Zeynebê diyar kir ku birêxistinkirina tevgera motorsîklêtan ne qedexeya wan a giştî ye, lê dîsîplînkirina bikaranîna wan li gorî qanûnên diyar e.

Rêveberê Navenda Trafîkê ya Çilaxayê Seyfudîn Îbrahîm da zanîn ku Gerînendetiya Giştî ya Trafîkê destpêkê biryara qedexeya ajotinê dabû ku ewlehiya trafîkê û birêxistinkirina tevgera çûn û hatinê û ewlehiya şêniyan were parastin, lê karker û kesên ji bo çûn û hatinê motorsîklêtan bi kar tînin, nerazîbûn nîşan da.

Îbrahîm destnîşan kir ku dewriyeyên trafîkê bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn xebatên çavdêriyê pêk tînin, nemaze di saetên şevê de.

Îbrahîm diyar kir ku çareserkirina diyardeyê ne tenê li ser trafîkê ye, lê divê şênî jî alîkar bin û dema muxalefetek dîtin agahiyê bidin.

Di dawiyê de Seyfudîn Îbrahîm got vegera li ser qedexeya motorsîklêtan li hundirê taxan ne çareseriyeke guncaw e, ji ber ku bandoreke neyînî li kesên ji bo debarê motorsîklêtan bi kar tînin dike. Lê çareserî bi birêxistinkirina bikaranîna motorsîklêtan, bicihanîna qanûnî, xurtkirina hevkariya di navbera hêzên trafîkê, şênî û komînan de girêdayî ye.

(f)

ANHA