Tevgerên Îranê li Rojhilata Navîn rojeva rojnameyên erebî ne

Rojnameyên erebî behsa aloziya di navbera Îsraîl û Îranê de û bandorên wê li ser dewletên cîran kir.

Tevgerên Îranê li Rojhilata Navîn rojeva rojnameyên erebî ne
9 cotmeh, 2024   11:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb têkildarî aloziya di navbera Îran û Îsraîlê de nûçeyek bi sernavê "şêwireke îranî-kendavî" weşand û da zanîn ku wezîrê karên derve yê Îranê Ebas Araqcî di gera xwe ya ku sêşemê dest pê kiriye de name ragihandin dewletên kendavê yên ku tevlihev bûne. Li gorî rojnameyê Îran ji van nameyan xwest loma ji cîranên xwe bike yên ku heta niha tu helwesteke piştgir a diyar nîşan nedaye. Di heman demê de dixwaze wan bide alî. Her wiha dixwaze dehf bide dewletên kendavê ji bo ku êrişên Îsraîlê yên li Lubnanê şermezar bikin, li beramber wê Îran dê soz bide ku însiyatîfên lihevhatinê bi cîranan re berdewam bike.

HELWESTA PÊŞBÎNKIRÎ YA AMERÎKAYÊ JI BO KONTROLKIRINA BERSIVA ÎSRAÎLÊ

Rojnameya El Erebî El Cedîd jî diyar kir ku ihtimal heye Îsraîl bi hedefgirtina parzûngehên neftê yên Îranê bersiva êrişa bi moşekan a Îranê bide. Lê rêveberiya Amerîkayê piştrast kir ku ev bersiv ne pêkan e ji bo ku bazarên pertolê yên cîhanê tevlihev nebin.

HIZBULLAH PAŞDE GAV AVÊT

Tora El Hûra ya Amerîkayê ku bi erebî nûçeyan dide diyar kir ku daxuyaniya cîgirê sekreterê giştî yê Hizbullahê Lubnanê Naîm Qasim, têkildarî "jihevcudakirina Lubnan û Xezayê" gelek pirsnîşan derxistin pêş. Rojnameyê destnîşan kir ku Qasim behsa şerta Hizbullahê ya têkildarî agirbestê li Xezayê li beramber agirbestê bi Îsraîlê re nekir. Ev helwesta Qasim diyar dike ku Hizbullahê ji şertên xwe yên berê tawîz daye û paşde gav avêtiye.

(şx)