Tevgerên herêmî û navneteweyî ji bo Lîbyayê

Li Lîbyayê, piştî xitimandina siyasî tevgerên herêmî û navneteweyî yên bilez hene, nemaze piştî felaketa bahoza Daniel ku di encamê de bi hezaran lîbyayî bûn qurban û encamên parçebûn û nakokiyên siyasî li welêt xuya kirin. Gelo rewşa li Lîbyayê ber bi ku ve diçe?

Tevgerên herêmî û navneteweyî ji bo Lîbyayê
25 kanûn, 2023   06:45
QAHÎRE
MUHSIN EL MISRÎ

 Di çend rojên dawîn de tevgereke dîplomsî ya herêmî li Lîbyayê dest pê kir. Tirkiye, serokê parlamenterê Eqîle Salih pêşwazî kir. Eqîle bi vê serdanê dixwaze Lîbyayê îqna bike ku Tirkiye dev ji hikumeta El Debîbe berde û piştgiriya avakirina hikumeteke nû bike ku dosyaya hilbijartinan bi rêve bibe.

Her wiha 16`ê Kanûnê, serokê meclisa serokatiyê Mihemed El Menfî û serokê meclisa parlamentoyê Eqîle Salih, fermandarê artêşa hêzên El Şer Xelîfe Haftar li Qahîreyê li gel serokê îstîxbarata giştî ya Misrê Ebas Kamil civiyan.

Hemwextî wê, komîteya navneteweyî ya li Lîbyayê banga lidarxistina diyaloga 5 alî kir. Çaverê ye ku Çileya bê de bê lidarxistin. Ji lidarxistina wê tê armanckirin ku aliyên lîbyayî li ser qanûnên hilbijertinan û çalakkirina wê lihev bikin. Ji bo ku dûre hilbijartinên serokatiyê û yasayî li dar kevin.

Li gor çavdêran, tevgerên dawîn ên ji bo dosyaya Lîbyayê, bi koordîneya Misirû Tirkiyeyê û bi fişartên navneteweyî pêk hatin. Her wiha ji ber ku xwesteke lîbyayî û herêmî heye ku aloziya li welêt bi dawî bibe.

BANDORÊ ŞERÊ LI XEZAYÊ

Lêkolîner û analîzvanê siyasî Hekîm Bû Xerare got: "Pêşketinên di dosyaya Lîbyayê de çêbûne, têgihiştina mezin a aliyên aloziyê rave dike ji bo ku bilez bigihêjin çareseriyeke siyasî."

Bû Xerare wiha domand: "Lîbyayî fêm kirin ku destê aliyên biyanî di şerê Xezayê de heye. Her wiha nas kirin ku heke tawîz û lihevkirin tune, wê her kes ji dest bide. Dibe ku di pêşerojê de alozî bigihêje astên gelek xetere."

SERDANA NE JI NIŞKAN VE

Têkildarî serdana Eqîle Salih ji bo Tirkiyeyê, Bû Xerare got: "Serdan, ne ji nişkan ve bû, lê belê çaverê bû ku beriya demeke dirêj li dar ketiba. Ji ber ku rola Tirkiyeyê di aloziya Lîbyayê de mezin bi taybet bi hikumeta El Debîbe re ku ji aliyê navneteweyî ve hatiye erêkirin."

Bû Xerare di wê baweriyê de ye ku eniya Cezaîr, Yunis, Qahîre û Enqere gelek girîng e ji bo ku aloziya Lîbyayê bi dawî bibe, nexasim gelek gav hatine avêtin wek qanûnên hilbijartinan û guhertinên destûrî û rê li pêşiya lidarxistina hilbijartinên serokatiyê û yasayî vekirî ye.

Bû Xerare wiha domand: "Li gel rewşa aloz li başûrê welêt, koçberiya nerewa, bazirganiya çek û mirovan û gelek aloziyên girêdayî piştî bûyerên li Nîjer, Malî û Borkîna Fasoyê rûdane, aliyên aloziya lîbyayê neçar kir ku li gel xitimînê li çareseriyan bigerin. Ji ber şerê li Xezayê û piştî wê aliyên lîbyayî fêm kirin ku nikarin xwe bispêrên têkiliyên navneteweyî û dibe senaryoya Xezayê li her dewletekê pêk were heke di nav xwe de li hev nekirin."

JI NÛ VE BICIHKIRIN

Li gor lêkolînerê nirxandinên stratejîk Dr.Nebîl Kehlûş serdana Eqîle Salih ji bo Tirkiyeyê, di çarçoveya hewldanên ji nû ve bicihkirinê de nemaze ku hilbijartin hatin derxistin.

Kelhûş wiha pê de çû: "Derengxistina hilbijartinan, lehiyên çêbûne, çareseriya siyasî li Lîbyayê hinekî dereng xist. Piştî şerê Ukrayna û Xezayê hêviyên çareseriyê ji holê rabûn. Her wiha ji ber ku dosyayê navneteweyî ji dosyayên girêk ên li Lîbyayê girîngtir in."

Kehlûş diyar kir ku serdana Salih ewqas bandor li rewşa Lîbyayê nake û Tirkiye tenê dikare bi Salih re li hev bike û perspektîf bide hin şîrketên avakirinê yên Tirkiyeyê ji bo ku tev li xebatên ji nû ve avakirinê bibe û got: "Hikumeta El Debîbe rumxî ku performansa wê ya diguhere, dîsa jî li ser bingeha rewabûna navneteweyî, bi hikumeteke rewa tê binavkirin."

Kehlûş destnîşan kir ku di aliyê stratejîk de, yê dihêle îstiqrar li Lîbyayê pêk were dibe ku destpêkirina projeyên enerjiyê ber bi Ewropayê ve be, lê di heman demê de got ev wê li dijî timayên Îsraîlê be ku dixwaze xetên gazê ji Esqlanê ber bi Qibrisê ve dûre Yewnansitanê û heta Yekitiya Ewropayê dirêj bike, ji ber wê li gor Kehlû, lîbyayî li pêşiya firsendeke dîrokî ne ku îstîqrarê li welatê xwe vegerînin û aloziya heyî ya li Îsraîlê bi kar bînin.

Der barê civîna li Qahîreyê jî Kehlûş wiha anî ziman: "Em dikarin bêjin, serdan ji bo birêxistinkirina alîgirên Qahîreyê bû. Da ku berjewendiyên Misirê li gel guhertinên di dema bê de werin parastin."

Di dawiyê de Kehlûş got: "Pêwîstiya nebûna saziyên dewleta Lîbyayê ji vê bêtir bi hewldanên navneteweyî heye ji bo ku çareseriya siyasî pêk were."

(şx)