Jinên li kampan di rewşên zehmet de ne

Jinên koçber ên li kampên Girê Spî û Waşûkanî hemwextî sermaya zivistanê, zêdebûna pêdiviyên malbatên wan û tunebûna alîkariyan, ketine rewşeke zehmet.

Jinên li kampan di rewşên zehmet de ne
Jinên li kampan di rewşên zehmet de ne
Jinên li kampan di rewşên zehmet de ne
Jinên li kampan di rewşên zehmet de ne
Jinên li kampan di rewşên zehmet de ne
Jinên li kampan di rewşên zehmet de ne
Jinên li kampan di rewşên zehmet de ne
25 kanûn, 2023   04:37
EYN ÎSA

Roj bi roj zehmetiyên jinên koçber ên kampên koçberiyê yên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hemwextî rewşên mirovî yên dijwar û hatina werza zivistanê, zêdetir dibin.

Kampa koçberên Girê Spî di 22'yê Mijdara 2019'an de ji aliyê Rêveberiya Xweser ve ji bo koçberên kantona Girê Spî ya dagirkirî hat avakirin. Di kampê de 6 hezar û 888 koçber bi cih bûne û li kampa Waşokanî ya 12 kîlometre ji bajarê Hesekê dûr e, 16 hezar koçber bi 2 hezar û 625 malbatên ji Serêkaniyê û gundên wê yên dagirkirî hene.

Ew koçberên ku di rewşên zehmet de dijîn tevî hemû astengiyan, dîsa jî razî nabin bê kar bimînin û ji bo ku debara xwe bikin di zeviyan de dixebitin, pîşeyan xwe pêş dixin, her wiha Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derfetên kar ji bo wan peyda dike.

Bi hatina zivistanê re karê li nav zeviyan ê rojane rawestiya û di encamê de bi sedan malbatên di kampan de bê kar man û barê wan ên jiyanî girantir bû.

Koçbera bi navê Edle El Mihmed a ku li kampa koçberên Serêkaniyê dimîne û sobeya xwe li ber kon paqij dikir wiha axivî: "Di havînê de derfetên kar ji bo hemû jinên kampê hebûn, em rojane diçûn zeviyên derdora kampê û em dixebitîn, lê bi hatina zivistanê re ev derfet neman û barê me yê peydakirina pêdiviyên rojane girantir bû."

Edle Mihmed destnîşan kir ku rêveberiya kampê di salê de ji wan re derfeteke kar peyda dike ku bi wê re mehekê wergirin û got: "Lê belê ev têrê nake. Debera 8 ferdên malbatê min bi vê yekê nabe. Hevjînê min jî ji ber temenê xwe yê mezin û jidestdayîna zeviyên me yên li Girê Spî piştî dagirkirina wê, nikare bixebite."

Malbata Edle Mihemed neçar e ku li benda rêveberiya kampê be ku derfetên kar ji bo wan peyda bike û pereyên xwe yên ku li havînê kom kirine, xerc bikin.

Rewşa Cîhan Elî (40) ji ya Edle Mihemed bi hinekî baştir e ku cilûbergên jinan didurû û karê wê çavkaniya sereke ya debara malbatê ye, ji ber ku zarokên wê biçûk in û pêdiviya wan bi cil û berg, derman, û germkirinê zêde ye.

Cîhan Elî ji ajansa me re got: "Heta niha min mazota germkirinê ya ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve ji bo malbatên kampê tê belavkirin wernegirtiye (300 lîtir bi 100 hezar lîreyên Sûriyeyî) ez neçar dibim ji bo germkirina zarokên xwe yên biçûk gazê bi kar bînim, ji ber ku ez nikarim mazotê ji sûka reş bikirim."

Cîhan Elî wiha domand: "Qezenca ku ez ji durûtinê werdigirim têra pêdiviyên malbatê di zivistanê de nakin û dîsa jî rewşa min ji ya malbatên din ên koçber ku debara xwe bi karên rojane dikin û li ser derfetên kar ên ku rêveberiya kampê peyda dikin dijîn, çêtir e."

Koçbera bi navê Hûriye Deham Silêman a ku bi malbata xwe ya 15 kesan li konê xwe yê kampa Waşûkanî dijî destnîşan kir ku piştî 5 salan ji dagirkeriya Tirk a li ser bajar û xaka wan ew dîsa jî li wan kampan heta vegera li malê xwe li ber xwe didin.

Fatme El Salih a ji gundê Erîşe yê Serêkaniyê yê dagirkirî got: "Em îro di kampan de ne, ji ber ku me mal û milkê xwe ji ber dagirkeriya Tirk ji dest da."

Li kampên koçberan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tenê Rêveberiya Xweser destekê dide koçberan û rêxistinên mirovî bi carekê li wan kampan tune ne.

(mh)

ANHA