Tevgerên çandê li ser nîqaşên têkildarî Şêx Seîd daxuyanî da

Tevgerên çandê têkildarî nîqaşên li dijî Şêx Seîd daxuyaniyek da û diyar kir “Bi sazkirina nakokiyeke sexte ya di navbera îslam û Kurdistanê de, faşîst hewl didin doza Şêx Seîd ji hêla wê ya neteweyî bişon. Lê nikarin têkoşîna neteweyî û baweriyê li Kurdistanê ji hev cuda bikin.”

Tevgerên çandê li ser nîqaşên têkildarî Şêx Seîd daxuyanî da
19 kanûn, 2023   13:35
QAMIŞLO

Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê (TEV-ÇAND), Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn, Desteya Çandê, Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê û endamên Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo li ber navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li Qamişloyê têkildarî nîqaşên li hemberî Şêx Seîd daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê endamê Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Aram Elî ve hat xwendin.

Aram Elî wiha got: “Wekî her demê hinek aliyên sekuler ên girêdayî desthilatê hewl didin rastiya doza Şêx Seîd berovajî bikin. Jixwe ev gengeşeyeke dûr û dirêj e, her tim tê dubarekirin “gelo doza Şêx Seîd olî bû yan neteweyî bû!” Bi sazkirina nakokiyeke sexte ya di navbera îslam û Kurdistanê de hinek aliyên faşîst hewl didin vê dozê ji hêla wê ya neteweyî bişon û hinek aliyên lîberal jî hewl didin ji hêla wê ya îslamî bişon. Di îslamê de xebata ji bo rizgarkirina gelekî ji bindestiyê, erkeke olî ye li ser hemû bawermendan, li vê derê îslam rakirina zilma li ser wî miletî û danîna edaletê ye ku ev yek jî bi azadîya miletê Kurd pêk tê. Li ba Şêx Seîd jî îslam ev bû, ev heqîqet sextekariya hinek aliyên îslamgir eşkere dike; yanî di şexsê Şêx Seîd de nikarin têkoşîna neteweyî û baweriyê li Kurdistanê ji hev cuda bikin û li dijî hev bidin nîşandan.”

Aram Elî destnîşan kir ku hebûna bîr û baweriyên cuda û armanca neteweyî jî îslamîbûna doza Şêx Seîd ji holê ranake, ev nakokiyên sexte berhemên zîhniyeta desthilatdaran e ku îro di dilê gelek Kurdan de jî deng vedaye û wiha dom kir: “Ji gotinên Şêx Seîd ên dawîn jî diyar dibe, dibêje; “Dawiya jiyana min a dinyayê hatiye, ez ê xwe ji bo gelê xwe feda bikim û ji bo wê qet ne poşman im, ji bo neviyên me di pêşerojê de li pêşberî dijim şerm nekin, ev ji bo min bes e. Em ê di mehşerê de ji hev hesab bixwazin”. Em jî sozê didin ku wê ev hesab nemîne ji mehşerê re, ji ber ku me soza heya jiyaneke azad û birûmet daye.”

(sb)

ANHA