Sibe kongreya 4′an a MSD′ê dest pê dike

Meclisa Sûriyeya Demokratîk dê sibe bi dirûşma “Yekitiya sûriyeyiyan bingeha çareseriya siyasî û mîsogeriya Sûriyeya demokratîk a pirreng a nenavendî ye" kongreya xwe ya 4′an li dar bixe.

Sibe kongreya 4′an a MSD′ê dest pê dike
19 kanûn, 2023   13:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) dê sibe bi dirûşma "Yekitiya Sûriyeyiyan bingeha çareseriya siyasî û mîsogeriya Sûriyeya demokratîk a pirreng a nenavendî ye" kongreya xwe li kantona Reqayê li dar bixe. Tê payîn ku tevî endamên meclisê û mêvanên ji hundir û derve, 400 kes beşdarî kongreyê bibin.

Kongreya 3′yemîn a MSD′ê 16′ê Tîrmeha 2018′an li Tebqayê hatibû lidarxistin. Li gorî planê diviyabû kongreya 4′an di sala 2020′î de li dar ketiba, lê ji ber dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî û pandemiya Koronayê kongre pêk nehat.

Di kongreyê de dê rewşa rêxistinî were nîqaşkirin û hevserokatiya nû were hilbijartin.

Li gorî hevseroka MSD′ê Emîne Omer ku agahî dabû ajansa me, di kongreyê de dê guhertin di sazûmaniya meclisê de pêk were ku bibe pêngaveke xurt di qada siyasî û dîplomasiyê de.

(bb)

ANHA